23 Kasım 2011 Çarşamba

Ji Boy Nezera Çavan: KESPIK

Kespik an jî Şeytanok... tiştekî gelekî balkêş e, di çanda me Kurdan de ji boy nezera çavan ser milên kincên zarokan de tê dirûtin.



Nizanim herêmên welatê me yên din hene tine ne lê li Agiriyê ev bawerî ya heye.


Kespikê tînin ser milên kincên zarokên xwe ve didûrinê da ku neyê nezerkirin. ger zarok kur be li ser sermelên wan de tê dirûtin qîz be jî porê wan ve dikin.


Li gor baweriya Kurdên Agirî kespik mirov ji nezera çavan diparêze.
baş tê bîra min dema ez zarok bûn diya min, kespik sermilên hemû kincên min ve dirûtû bû.


Wekî din jî di pozê hinekan de xwîn were. ew xwîna nesekine. kespikê dişewitînin di laçikekî de wê eleg dikin, di laçikê de toza wê hildidin. toza wê mîna ar dibe, wê tozê dixine pozê wî kesî wusa xwîn disekine.


wekî din jî ji boy astim û bironşîtê jî tê karanîn. lîmonê serde digivîşînî kespik dihele paşê wê avê vedixwî.
Kespik di çeman de jî (herêma me li çemê mûradê de hebû) heye di behrê de jî. Di zaroktiya me da em diçûne ser çemê mûradê, kêleka çem kespikên piçûk hebûn, me jê re digot Şeytanok.
Dema em kêleka çem bibûna em zêde nêzîkî kendalên avê nedibûn. me digot şeytanokê me bidefîne û bavêje çem, emê bixenikên. baweriyeke wusa jî hebû.


Amadekar û lêkolîn: Agirî Ararat (N.O)


23.11.2011

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder