18 Kasım 2011 Cuma

NAVÊN DENGAN

Ez dixwazim hinek “navên dengan” yên di kurdî de, bi we, kurdîhezan re parvekim. Bêşik hejmara “navên dengên kurdî” pir in. Ji kerema xwe yên ku hûn dizanin lê zêde bikin.


Axeaxa kalê ye
Barebara berxan e
Borebora kurik e
Çelpeçelpa masiyan e
Çipeçipa dilopan e
Çirkeçirka derî ye
Çîveçîva çivîkan e
Ewteewta kûçik e
Fîqefîqa ciwanan e
Firefira dewaran e
Fişefişa bêfilê ye
Fîtefîta kurik e
Fîzefîza bê ye
Gimegima mêşan e
Gumeguma topan e
Girmegirma daholê ye
Gupegupa êgir e
Guregura balafiran e
Gurpegurpa dile te ye
Guşeguşa avê ye
Hîrehîra hespê ye
Kalekala pêz e
Kazekaza sê (kûçik) ye
Kurkekurka mirîşkê ye
Mikemika berxikan e
Muremura camêşan e.
Nalenala nexaş e
Niçêniça mêrik e
Nûzenûza wî ye
Oreora dewêr e
Pitepita jina ye
Pirqepirqe dikene
Pistepista keçan e
Qajeqaja qijikan e
Qareqara mêrik e
Qebqeba kewan e
Qideqida mirîşkê ye
Qîqeqîqa dîkan e
Qîrçeqîrça diranan e
Qîreqîra şivan e
Qurequra doranan e
Reperepa eskera ye
Reqereqa beqan e
Şipeşipa dilpan e
Şireşira mîzê ye
Şîrqeşîrqa brûskan e
Terpeterpa dergeh e
Terqeterqa fîşekan e
Tiketika saetê ye
Tîrqetîrqa wê ye
Xumexuma baranê ye
Xurexura aş e
Xweşexweşa mar e
Vinevina bê ye
Virevira keviran e
Vizeviza mixikan e
Wîçewîça bilbilan e
Zarezara dayikê ye
Zingezinga hêsin e
Zirezira keran e
Zûrezûra guran e



Mehmet Ozer Bazîd / Agirî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder