Ez dixwazim bibêjim ku li van hemû bajarên Serhedê yên navê mezre û gundan pirtirîn bi Kurdî ne yên Agirîyê ne.
Ez li gor çi vê dibêjim?
Ez li Mûş, Bedlîs, Wan Agirîyê geriyam bi rojan; min hemû navê mezre û gundên van bajaran nivîsî.
Bi saya sere hevalên kedkar û Kurdistanî min navên mezre û gundên Erziromê (Xinûs-Hınıs, Qereyazî-Karayazı, Qereçan-Karaçoban û Tatos-Tekman) jî nivîsî. Her wiha hin navçeyên Erdexan û Qersê jî nivîsî.
Piştî ku min nexşeyên fîzîkî yên Agirî amade kir ez lê hay bûm ku piraya navê mezre û gundên Agirî xwerû bi Kurdî ne.
Bi ya min sedema herî mezin ew e ku li van deveran Êzdî xwedî cî û war bûn û ji xwe Êzdî xwerû Kurd bûn.
Ji bo Êzdîyan mînakeke herî girîng jî navê ‘Şeytanava’ ye. Li seranserê Kurdistanê navê ‘Şeytanava’ li navçeyên Agirî berbelav e:
Gund | Mezre | |||||
Navçe | Tirkî | Kurdî | Tirkî | Kurdî | ||
Gîhadîn | Akçevre | Tapê Xêç | ||||
Hürriyetkomu | Şeytanava | |||||
Dutax | 75 | Yenikent | Şeytanava | |||
Ez ê çend mînakan bidim:
1- Hin navê gundên Agirî (navend):
Hecî Xano |
Ehmed Beg |
Keşîşê Elîbegê |
Tûjo |
Dodo |
Mele Osman |
Kasor |
Qazîyê Zêtka |
Axadevê Piçûk |
Dormelîya Jêrîn |
Exta Jêrîn |
Zeyt |
Hecî Sefer |
Qerê |
Xidir |
Qelender |
Qeresû |
Walîereb |
Qewax |
Qeya Beg |
Qazî |
Kevirgewrka Şêxa |
2- Hin navê gundên Avekevirê (Taşlıçay):
Extîyar |
Erez |
Geldûşa Jêrê |
Botîyê Jêrê |
Gundê Pîrê Jêrê |
Avdelîk |
Dîdem |
Alekor |
Gomik |
Lêşko |
Girê Şera |
Qubik |
Golesor |
Şêx Birahîm |
Goma Şemê |
Çerxîyan |
Mîrzexan |
3- Hin navê gundên Dutaxê (Tutak):
Xirbesork |
Mele Şemdîn |
Elecexan |
Qerexalita Jêrê |
Qerxelixa Şêx Remezan |
Koşka Ûsiv Begê |
Tahtika |
Erebalîya Şêr Begê |
Nedeşêx |
Mûsik |
Çirê |
Hêbo |
Bedo |
Berdav |
Bişê |
Seyîd |
Reşê |
4- Hin navê gundên Gîhadînê (Diyadin):
Tapê Xêç |
Êzdo |
Qurd |
Kevirê Sipî |
Bilîgana Jêrê |
Xidika Jêrê |
Çobana Axê |
Girê Dêm |
Istûrka |
Zîvker |
Kurtîka |
Bûdax |
Gorana |
Şikeft |
5- Hin navê gundên Panosê (Patnos):
Koz |
Qoro |
Garisa |
Babîya |
Zomika Jêrê |
Qamûşlîya Jêrê |
Mozelan |
Gurgure |
Nenecanî |
Bûdax |
Çamûrlî |
Eşara Jêrê |
Çîçek |
Serdagul |
Kokin |
Gamêşvan |
Keta Yêxo |
Xirbesork |
Mecîya |
Qubik |
Qerewêt |
Kêsan |
Çeqçeq |
Eşara Jorê |
6- Hin navê gundên Zêdka (Eleşkirt):
Evdê |
Avxark |
Esêb |
Mila |
Gomika Tirka |
Canbegayê Jêrê |
Qopiza Jêrê |
Karpalo |
Bêdir |
Sêvik |
Çata Kosedaxê |
Gelîya |
Çelê |
Dalqilîç |
Çilkanîya Xalyazê |
Şamya |
Mardo |
Ayika |
Hemzika |
Tabo |
Xaçîl |
Kazka |
Gapira |
Ebûzêd |
Çilkanîya |
Kevirgewrk |
Kole |
Rûta |
Babina |
Gomika Birûka |
Şanezer |
Melehusêna |
Mele Silêman |
Garisya |
Gomika Ereb |
Gopala |
Pîrebada |
Remedan |
Misûrya |
Melezada |
Sarê |
Heyşto |
Gêlo |
Remika |
Dehar |
Kelê |
Kurdalya |
Pozmezina |
Xaşyan |
Şêxa |
7- Hin navê gundên Bazîdê (Doğubeyazıt):
Gurgure |
Tajdê |
Berbere |
Tewla Xanşeref |
Çilkotan |
Kelereşk |
Taxilka |
Tapya |
Başkend |
Berekat |
Silhana Jorîn |
Bizirxane |
Maseka |
Qerê |
Nazûk |
Kanîya Kewrana |
Noreşîn |
Çalê |
Teperiz |
Golesor |
Qanûk |
Korim |
Celal |
Qemercix |
Dostalî |
Babxan |
Xarik |
Kundo |
Gola |
Şêxulî |
Şemso |
Helac |
Qerecux |
Qerebilax |
Birnê Reş |
Kanîya Resûl Axa |
Mêrkişê |
Têbinî: Ev nêrîneke min ya ji niqaşê re vekirî ye, ez hêvî dikim em ê karibin bi awayekî erênî li ser vê mijarê niqaş bikin.
Abdurrahman Onen
Abdurrahman Onen
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder