17 Ağustos 2017 Perşembe

Navê Newala Zerê ji ku tê?

Newala Zerê li Agiriyê cihekî gelekî bi nav û deng e. Ev newala ku dikeve başûrê Agriyê, di nava sînorên gundê Evdê (Ceylanlı, gundê Xamûrê) de ye. Di newala Zerê de bi sedan mêwe û çêre hêşîn dibin. Hezaran malbatên kurd, biharan bi çêreyên li vê newalê hêşîn dibin, debara mala xwe dikin. Gûlika li vê newalê hêşîn dibe, gûlika herî bi nav û deng ya li Kurdistanê ye. Dema di nava sûkên Agiriyê de yek gûlikê bifiroşe û biqîre bibêje "Gûlika Evdê" ew gûlika di nava çend saetan de xelas dibe.

Sedema pirbûna çêre û mêweyên li vê newalê, bilindbûn û paqijbûna vê herêmê ye. Lê mixabin, riya ku ji navçeya Hewaranê (Xamûr) diçe navçeyên Dutax û Panosê ya sed sal berê bi destê rûsan ve hatiye çêkirin, tê betalkirin û riyeke nû tê çêkirin. Mixabin ku ev riya nû, tê di Newala Zerê re diçe. Ez bawer im ku ev riya biqede û êdî maşîne wê bên di vir re herin, êdî ew xwezaya xweş û dewlemend namîne. Em bêne mijara nivîsa xwe; Navê Newala Zerê ji ku tê?

Rojekê yekî ji gundê Qaziyê Zêdka, dixwaze dêlika xwe ya pîrbûyî bibe bavêje. Navê dêlika wî jî Zerê bûye. Bendekî davêje stûyê Zerê û Zerê dibe ser geliyekî kûr. Beriya ku Zerê bavêje, ji bîr dike ku bendê stûyê Zerê yê bi zenda xwe ve girêdaye veke. Hewl dide ku Zerê ji gelî de biavêje, xwe dişiqite û dikeve. Ew di gelî de asê, bendê di stûyê Zerê jî li jor bi darekê ve asê dimîne. Diqîre dibêje:

- Zerê diya min kirê, min xelas bike. Zerê diya min biyê, min xelas bike.

Zerê ku pêş de bê, bendê di stûyê wê yê bi darê ve asê bûyî ji darê derkeve, Zerê jî wê di gelî de bikeve, xwediyê wê jî. Mêrik hemasa dibêje:

- Zerê diya min kirê min xelas bike, Zerê diya min biyê min xelas bike.

Zerê gav bi gav erdê penc dike û xwe paş de dide, mêrik jî hêdî hêdî xwe bi keviran ve digire, xwe kaşî jorê dike. Zerê çawa dike, xwediyê xwe xelas dike. Mêrik dibêje:

- Zerê tu diya min î, ça jî diya min î. Ka ezê çawa te bavêjim?

Dîsa Zerê hildide û berê xwe dide gundê xwe.


Ji wê jorê bi şûn de jî navê wî geliyî dibe Newala Zerê.



Nîşe: Newaleke bi navê Newala Zerê jî li Giyadîna Agiriyê li gundê Meya heye.


17.08.2017 / rewan004@hotmail.com
Nîhat Öner






Hiç yorum yok:

Yorum Gönder