5 Mart 2013 Salı

Li Bazîdê di mîtînga 8’ê Adarê de bi hezaran jin hatin cem hev


Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH), di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de, bi şîara "Ji Rosayan heta Sakîneyan soza we soma me, riya we riya me ye" li Bazidê mitîng pêk anî. Di mîtîngê de bi hezaran jinên bi cilên rengîn hatin cem hev, ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re azadî xwestin û ji komkujiya jinê re gotin bes e. Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, di mîtingê de axivî û wiha got: "Em hatin kuştin, gundê me hat şewitandin, em koçber û sirgûn bûn. Em bi hezaran hatin kuştin, lê em îro bûne milyon. Em ji tunebûnê hatin îro û em bi vê hebûna xwe ber bi azadiyê ve diçin. Em ji Birêz Abdullah Ocalanê em anînê vê rojê re silavên xwe dişînin."


DOKH'ê di çarçoveya şahiyên 8'ê Adarê de bi şîara "Ji Rosayan heta Sakîneyan soza we soma me, riya we riya me ye" li Bazîdê mîtîng pêk anî. Mîtîng li Qada Şaredariyê pêk hat. Jinên ku li ber avahiya BDP'e ya Bazidê kom bûn heta qada mîtîngê bi def û zurmeyan û siloganan meşiyan. Jinên ku di bin dorpêça polîsan de meşiyan di 2 nokteyên lêgerînê re derbasî qada mîtîngê bûn. Jinan qada mîtîngê bi rengên kesk, sor ser û xemrî xemilandin. Dîsa alên BDP'ê û DOKH'ê û posterên 3 jinên kurd ên li parîsê hatin qetilkirin vekirin. Jinan li qada mîtîngê bê navber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bijî serok Apo", "Bê serok jiyan nabe", "Em de bi berxwedanê bi ser bikevin:" berz kirin. Di mîtîngê de Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, Hevseroka BDP'a Bazîdê Cemil Rizaogullari û Fatma Okçu, Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di navde bi hezaran jin amade bûn.

Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewil Hevseroka BDP'ê Bazîdê Fatma Okçu axivî û di şexsê Ronahî, Berivan, Berîtan, Sema de hemû jinên kurd û kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.

Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, jî diyar kir ku di dirokê de yên jin civak guhertiye û pêş xistiye jin e û xwest jin bêtir bi vîn û hêza xwe xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe bilind bikin.

EM BI BEDELÊN GIRAN HATIN VÊ ROJÊ

Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker jî diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 14 salin bi tena serê xwe di bin tecrida giran de ye û wiha got: "Ji bo 8'ê Adarê roja berxwedana jinê sembol dike bibe destpêka aştî û çareseriyê em hemû jinên ku bi bedena xwe bedelên giran dane silav dikin. Em Rêbera Jina Kurd Sakine Cansiz' silav dikin. Em bi bedelên pir giran hatin îro. Em bi hezaran hatin kuştin û em îro bûn milyon. Her ku em mirin em zêde bûn. Em vê hebûna xwe ji Birêz Abdulah Ocalan deyndar in. Em birêz Ocalan silav dikin."

Jinan di mîtîngê de bê navber dirûşmeyên "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" berz kir. Di mîtîngê de Koma Greva Rojê û Hozan Canê' stran gotin. Mîtîng bi govendê bi dawî bû.

ANF

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder