5 Temmuz 2014 Cumartesi

Kalê Bazîdî ev 100 sale ku rojiya xwe digire

Îsa Cengîzê kalê 107 salî ev 100 salên wî ye ku bêyî navbir rojî digire û nivêja xwe jî dike.

Îsa Cengîzê ku niha xwedî 14 zarok û 77 neviyane ji bajarokê Bazîdê yê girêdayî bajarê Agirî li Bakurê Kurdistanê ye.


li gor ajansa Andaolê, berî 160 salan Cengîz ligel malbata xwe ji Îranê hat û li taxa Ehmedê Xanî bi cih bû.

Derbarê jiyana xwe de, Cengîz dibêje ku her tim Qur'ana Pîroz dixwîne û ji bo kirina nimêjê jî diçe mizgefta ku ji mala wî dûr e.

Cengîz got ku di 100 saliya xwe de çûye hecê û di 104 saliya xwe de jî çûye Omrê û wiha dewam kir: "Ez ji 7 saliya xwe vir ve rojî digrim. Heta niha min di hemû mehên Remezanê de rojî girt. Herwiha ez di mehên Receb û Şabanê de jî rojî digrim. Ez di xwarin û vexwerina xwe de tim baldar im. Tiştên organîk dixwim."

Cengîz got ku ew her çiqas kal jî bûbe dikare rojiyê bigre û ev yek zorê nadê. Cengîz got ku ew her roj genim dide mirîşkên xwe, ji xebatê hez dike.

Cengîz got di yek saliya xwe de li Bazîdê bi cih bûne û wiha dewam kir: "Min Ataturk jî dît, hêj ciwan bû. Sakoyekî dirêj lê bû. Dema ermen û rûs li herêmê bûn, min ew jî dîtin. Dema ermen û rûsan li herêmê rêhesin çêkir jî min dît. Ez ji niha ve Cejna Remezanê ya alema Îslamê pîroz dikim."

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder