20 Kasım 2013 Çarşamba

Li Agiriyê kundê birîndar hat dermankirin

Du roj berê li navçeya Zêdka polêsan kundekî birîndarbûyî dît û hat diyarkirin ku cisnê vî kundî di bin xetereyê de ye û Şaxa Agiriyê ya Midûriyeta Daristan û Karên Avê kundê birîndar ji bo dermankirinê şande Qersê.


Du roj berê li Zêdka ya navçeya Agiriyê polêsan kundekî birîndarbûyî dît û hat diyarkirin ku cisnê vî kundî di bin xetereyê de ye û Şaxa Agiriyê ya Midûriyeta Daristan û Karên Avê kundê birîndar ji bo dermankirinê şande Qersê.
Midûrê Şaxa Daristan û Karên Avê Ahmet Celal Kaba daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Me kundê birîndar ji bo tedawîkirinê şande Unîteya Başkirin, Lêkolîn, Xelaskirin û Parastina Jiyana Beyanî ya Fakulteya Beytariyê ya Zanîngeha Qers Kafkasê.

Kundê ku nifşa wî di bin xetereya nemanê de ye dê piştî dermankirinê berdin siruştê.

AA

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder