6 Kasım 2013 Çarşamba

Bi darvekirinên Îranê li Bazîd û Bismilê hatin şermezarkirin

Di pêşengiya BDP’ê de li Bazîd û Bismilê ji aliyê Îranê ve bidarvekirina siyasetmedarên kurd hat şermezarkirin.


Di pêşengiya BDP’ê ya Bazîdê de, ji aliyê dewleta Îranê ve bidarvekirina siyasetmedarên kurd bi meşekê hat şermezarkirin. Welatiyên ku li ber Rêxistina BDP’ê ya Bazîdê kom bûn ji wir jî bi karwanekî wesayîtan ber bi gundê Gurbulak ketin rê. Girse li ber gund ji aliyê niştecihên gund ve hatin pêşwazîkirin. Paşê girse ber bi Deriyê Sînor ê Gurbulak ve meşiya. Ligel Parlamenterê Agirî yê BDP’ê Halîl Aksoy, şaredarên herêm, hevserok, serok û rêveberên BDP’ê û yên TUHAY-DER jî beşdarî meşê bûn. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Navçeyê yê BDP’ê Cemîl Rizaogullari û Hevserokê BDP’ê yê Agirî Halef Keklîk, polîtîkayên Îranê yên li hemberî gelê kurd şermezarkirin û diyar kirin ku gelê kurd li her cihê lê dimîne ji bo azadiyê têdikoşe.

‘PROVOKASYON MANÎDAR IN’

Parlamenterê Agirî yê BDP’ê Halîl Aksoy jî got ku ji aliyê dewleta Îranê ve li hemberî siyasetmedarên kurd kiryar û pêkutiyên dij-mirovatiyê tên pêşxistin. Aksoy axaftina xwe wiha domand: "Bila her kes baş zanibe ku, kurdek li ku derê bê qetilkirin ji bo me şervanê azadiyê ye. Dibe ku di rojên pêş de em ji Rojava mizgîniyan bidin we. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan got ku pêwîst e Konferansa Îslamê kom bibe. Beriya wan civînan ev provokasyon manîdar in.”

Piştî axaftinan maketên wêneyên Serokkomar û Serokwezîrê Îranê hatin şewitandin. Çalakî bi tilîlî û dirûşmayan bi dawî bû.

'ÊRÎŞÊN LI HERÊMÊ PÊK TÊN NE TESADÛF IN’

Rêxistina BDP’ê ya Bismilê jî bi civîneke li navenda rêxistinê bidarvekirina siyasetmedarên kurd şermezar kir. Di civînê de ligel girseyeke qelebalix Şaredara Nisêbînê Cemîle Emînoglu, rêveberên navçeyê, endamên meclîsa şaredariyê û meclîsa giştî amade bûn. Di civînê de Hevserokê Rêxistina BDP’ê ya Bismil Tufan Tunç bal kişand ser êrîşên ku di demên dawî de li hember gelê kurd zêde bûne û wiha got, "Ji aliyekî ve bidarvekirinên Îranê , ji aliyekî ve êrîşên çeteyan ên li hember Rojava û herî dawî li Êlihê qetilkirina ciwanekî ne tasdûf in. Eger serwer wer difikirin ku wê bi wan êrîşan encam bigirin xwe dixapînin.

ANF

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder