27 Ağustos 2011 Cumartesi

Cîhekî lê şer bûye (kosedax)


Serhildana Seyîdan û Berazan (Seyîdxan-Elîcan-Fesihê Mihê Mîrze):
Piştî ku serhildêr ji Sarîqamîşê vedigerin, xwe dispêrin quntarê çiyayê Kosedaxê. Ji devê Fesihê Mihê Mîrze;''Wê êvarê em ji wir bi rê ketin û me berê xwe da Çiyayê Kosedaxê. Bi serê sibê re me xwe gîhande quntara Çiyayê Kosedaxê. Pey ra me dûrbînê li der û dora xwe mêze kir. Me hev dît ku eskerekî gumreh berbe çiyê tê. Tu nebê hikûmatê alaya bi navê 'Mizrakli Alayi' pey me xistiye. Ji bo şer me Girê Şehîd ji xwe re kifş kir û em ketin kozikan.'' Peyre şerekî giran derdikeve. Hevalek ji van diçe ber rihma Xwedê û ew alaya hemû belaw dibe. Ew buyer dibe kilam û mêjiyê gel de cih digire. Klama bi navê 'Weylo weylo' ji aliyê Resoyê dengbêj ve tê gotin.
(Photo; Kozikek an jî holikek li ser serê Kosedaxê)
04 Temmuz 2011

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder