22 Temmuz 2014 Salı

Ozçelik : Divê gelê kurd xwedî li Rojava derkeve

AGIRÎ (DÎHA) - Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD'ê Osman Ozçelîk li Agiriyê di civîna hilbijartina delegeyên KCD'ê de bal kişand ser berxwedana Kobanê û got ku divê gelê kurd xwedî li Rojava derkeve.


Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo delegeyên nû hilbijêre, li Agiriyê Salona Dawetê ya Karîzmayê civîneke gel pêk anî. Endamên Meclîsa Daîmî yên KCD'ê Osman Ozçelîk û Huseyîn Bariş, Seroka Diyar TUHAD-DER'ê Derya Us, Endama DOKH'ê Mervan Yildiz, Hevserokê Rexistina PHD'ê ya Agiriyê Necmettîn Efe û gelek welatî tevlî civînê bûn. Di civîna ku bi rêzgirtînê destpê kir de, Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Osman Ozçelîk da zanîn ku hewce ye hemû derdorên civakê di nav kongreyê de cih bigirin û axaftina xwe wiha domand: "Kongreya me, ne kongreya kurdan e. Kongreya Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê hemû gel û baweriyên li Kurdistanê dijîn, wê di vana vê kongreyê de cih bigirin. Îro li vir em delegeyan na hilbijêrin. Em ji bo hilbijartinê amedekariya pêşiyê dikin."

'Mijara herî girîng Rojava ye' 

Ozçelîk dawiyê de bal kişand ser êrîşên çeteyên dayîşê yên li ser Kantona Kobanê û wiha pêde çû: "Divê ji bo me mijara herî girîng Rojava be. Têkoşîna kurd li Rojava didin, heya îro tu kesî û deverê nedaye. Gelê me her tim, li rûmeta xwe xwedî derketiye, lê tu car êrîşê xaka tu kesî nekiriye. Em gelekî aştîxwazin û aştîhez in. Îro çeteyên DAIŞ'ê êrîşê dibin ser gelê me yê Kobanê, divê hemû gelê kurd li Rojava xwedî derkeve."

Wê nûnertiya wekhev bê esas girtin

Piştî Ozçelîk, Endama DOKH'ê Mervan Yildiz da zanîn ku, di kongreyê de wê nûnertiya wekhev bê esas girtin û wiha axivî: "Weka hemû saziyên me, di nava KCD'ê de jî wê nûnertiya hevpar hebe û delegeyên ku bên hilbijartin, wê nîvî jin, nîvî mêr bin."

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder