17 Kasım 2013 Pazar

Aksoy "Di heftê de 5 kes di girtîgehan de dimirin"

Parlementerê BDPê yê Agiriyê Halîl Aksoy got ku di sala 2011an de 268, par jî 206 girtî û cezaxwarî, di girtîgehan de mirin.


Parlementerê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Agiriyê Halîl Aksoy di Lijneya Giştî ya TBMMyê de di axaftina xwe ya ji bilî rojevê de li ser pirsgirêkên girtî û cezaxwariyên di girtîgehan de sekinî. Aksoy bilêv kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku di girtîgehan de diqewimin hetanî îro tu gav nehatiye avêtin.

Li gor îdiayên Aksoy girtî û cezaxwariyên nexweş serbest nayên berdan û bi zanayî di girtîgehan de tên tecrîtkirin. Aksoy destnîşan kir ku sala 2011an 268, par jî 206 girtî û cezaxwarî, di girtîgehan de mirin û wiha got: "Yanî di nav hefteyekê de 5 kes dimirin. Gelek nexweşên li ber mirinê hê jî di girtîgehan de ne.

AA

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder