17 Ağustos 2017 Perşembe

Tenzere, kurmanciya Eledax û giyadîniyan

Wekî her bajarî li Agiriyê jî gelek kesên aqilberzekirî ango dîn hene. Gelek ji van bi gotin û kirinên xwe navdar dibin. Yek ji wan jî Tenzere bû...


Tenzere di wexta Derbeya 12'ê Rezberê de ji ber îşkence û lêdanê aqil berze dike. Her

çendî aqil diçe lê welatparêzî û şoreşgerî dimîne. Çimkî wexta derbe pêk tê Tenzere jî şoreşgerekî şertê xwe ye.

Rastiyekî Agiriyê heye. Gelê navendê her tim Eledaxî (gundên derûdorê çiyayê Eledaxê) Giyadîniyan biçûk dibînin û qerfê xwe bi wan dikin. Ya rastî qehr û zehmeta vî bajarî jî, di her alî de ev herdu herêm dikişînin.

Ev jî mijar û rastiyeke din e...

Em werin li ser meseleya xwe. Rojekî dibêjine Tenzere:

"Tenzere haya te jê heye Kenan Evren kurdî qedexe kiriye?"

Dibêje, "nabe ne mimkûn e. Ezê xeber bidim."

Dibêjinê, "li taxan, li nav kolanan jî qedexe ye." Tenzere dibêje, "Ezê di mal de biaxivim."

Dibêjin, ew jî nabe.

Ew jî dibê, "ezê di hundirê xwe de xeber bidim".

Ew dîsa dibêjin, Nabe.

Wexta wisa dibêjin îman ji serê Tenzere diçe û wiha dibêje; "Temam em bêjin ez xeber nadim. Lê Giyadînî û

Eledaxiyan? Ka Eledaxî û Giyadînî ji xeynî kurmancî çi k....min dizanin. Ka ewê kîjan zimanî biaxivin."

Çavkanî: Apê min ê Fazil (Fazilê Mihê Kalê)

Îhsan Bîrgül

Ji Diyarname.Com ê hatiye hildan.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder