25 Eylül 2011 Pazar

Agirî: Çîrokên Apê Kerîm -2

Apê Kerîm dîsa namzetê parlementeriya Agiriyê ye.

Di davenda Agirî, qada newrozê ya berê de mîtîngek lidarxistiye û ji gel re diaxive.
bi saetan e diaxive gel jî çepika lêdixe.
apê kerîm çi dibêje, çi sozê dide herkes bi hevra diqîre dibêje: eyyy, helalll

hinek jî diqîrin dibêjen vekîl apê kerîm, vekîl apê kerîm.

kêyfa apê kerîm gelekî tê cî û berdewam dike dibêje: Ey gelê Agirî, em hemû hemşeriyê (hembajarî) hev in. em gişt xwîşk û birê hev in, em hemû eqrebê (xizm) hev in.
qîza we, qîza min e, xwîşka we xwîşka min e, diya we diya min e, jina we jina min e.

gel gişt ûûû dikşînînê hinek jî dibêjin yaw apo tu çi dibêjî?  çawa jina we jina min e?
tu çawa wusa dibêjî?

Apê kerîm dibêje: yaw mala we ava be, çibû we sewa jinekî xwe rezîl kir.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder