9 Mart 2013 Cumartesi

Xwendevanên ji Agiriyê li Amedê Şeva Ehmedê Xanî li dar xistin


Nivîskarê Mem û Zînê Ehmedê Xanî li Diyarbekirê ji aliyê Agiriyîyan ve hat bibîranîn. Li Diyarbekirê komek xwendevanên ji Agiriyê yên ku ji Zanîngeha Dicleyê Şeva Ehmedê Xanî li dar xistin. Şevê de nivîskar Kawa Nemir û Mehmet Emin Dilsoz li ser jiyan û berhema Ehmedê Xanî rawestiyan, giringiya wî û berhemên wî yên nemir nirxandin.


Şeva ku ji hêla Platforma Agiriyê ya Xwendevanên Zanîngeha Dicleyê ve hate li dar xistin bi beşdariya sedan kesan ve bû şahiyeka mezin. Platforma navborî ji aliyê xwendevanên Agiriyî ve hate damezirandin û ev platform dixwaze deng û rengên serhedî ji Amediyan re bigihîne. Her wiha ev platform dahatûyê de wê bi xebat û çalakiyên vî hawî ve armanca xwe pêk bîne.

Helbestxwendin û Axaftin

Şeva Ehmedê Xanî de axaftina destpêkê mamoste û nivîskar Feridun Birgül kir. Birgül kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku Ehmedê Xanî hê jî bi têra xwe nehatiye zanîn.
Piştî axaftina destpêkê nivîskar, wergêr û helbestvanên navdar Kawa Nemir behsa xwendina xwe, giringiya berhemên Xanî Baba kir. Her wiha Kawa Nemirê ku bi dehan pirtûk ji îngilizî wergerandiye li ser kurdî ji pirtûka xwe ya helbestan çend helbest xwendin.

Dîsa wê şevê de nivîskar M.Emin Dilsoz li ser Mem û Zînê şirove kirin. Beytên Ehmedê Xanî xwendin û ew rave kirin. Mehmet Emin Dilsoz anî ziman ku dindarî li pêşiya welatparêziyê ne asteng e. Divê kurd hem li dînê xwe hem jî nasnameya xwe xwedî derkevin.
Çend wendevanên ji Agiriyê bi tirkî û kurdî helbest hatin xwendin. Gel eleqeyeka mezin şanî helbestan dan.

Peyama Halil Aksoy

Wekilê BDP’yê yê Agiriyê Halil Aksoy ji bo ku beşdarî şevê be hatibû vexwendin. Lê jiber ku Halil Aksoy qezaya Trafîkê derbas kir û ji çend cihê xwe birîndar bû tevlî şevê nebû. Lewma ji bo şevê peyamek bir ê kir. Peyama Halil Aksoy bi kurdî û tirkî hat xwendin. Halil Aksoy di peyama xwe de wiha gotibû:” Ji bona ku ez nikarim tevlî bernameya we bibim, bi rastî ez pirr xemgîn im. Ciwan hêvî û rûmeta tevgera Kurdistanê ye. Ez we hemiya hembêz dikim, silav û hurmet dişînim. Serkeftin ji we re.”

Şahî û Govend

Di şevê de hunermendên wek İbrahim Rojhilat, Yunusê Agiriyê, Hüseyin Zeren û Gökhan Aydar derketin ser dikê. Xwendevanan bi çoşeka mezin stranên hunermendan guhdarî kirin û govend gerandin. Yunusê Agirî bi kilamên dengbêjan û stranên dîlanê ve xwendevan coşandin. Her wiha stranbêjên nûgihîştî Gökhan Aydar (Ararat) jî yekem car derket pêşberî gel û dengê xwe yê xweş ve stran gotin.

Platforma Agiriyê li Zanîngeha Dicleyê

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder