10 Aralık 2012 Pazartesi

Li Agirî lîstika bi navê 'dadgeh' li ser berfê hate lîstin


Faşîzma AKP'ê li her qada civakê rûyê xwe nîşan dide.

Li Agirî xwendekarên Zanîngeha Îbrahîm Çeçen ên kuluba Sosyolojiyê û komeleya zanîngehê, ji bo nîşandana Şanoya bi navê 'Dadgeh' serî li rayedarên zanîngehê dabû û ev serlêdan pêşî hatibû qebûlkirin.


Lê çend saet ma bername destpê bike, rêveberiyê ragihand ku ewê destûr nedin lîstikê.

Tevî Serokê kuluba Sosylojiyê û parlementerê BDP'ê Xelîl Aksoy gelek xwendekar li ber kampûsa Zanîngehê kom bûn li dijî vê biryara qedexekar nerazîbûn nîşan dan.

Çiçek got, ji ber vê biryarê ewê li derve, li ser berfê şanoya xwe pêşkêş bikin.

Piştre şanoya bi navê 'Dadgeh' li ser berfê hat nîşandan û bi sedan xwendekaran lê temaşe kirin.

Piştî lîstikê jî xwendekaran bi sloganên 'Zext nikare me çavtirsandî bike û bemê bi berxwedanê bi ser bikevin' biryara rêveberiya zanîngehê protesto kir.

Çavkanî: Nûçe TV

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder