21 Aralık 2012 Cuma

Çend Pêkenokên Agiriyê


MOZA SED SALÎ

Sed sal beriya vê, cara yekem, balafirek li ser asîmanên Agiriyê re derbas dibe. Gundiyên ji eşîra Çixurî balefirê dibînin, hemû hevudu re diêjin "kuro ev çiye, wusa mezin e?". Kesek nizane ew çiye, gelekî meraq dikin û dibêjin "Emê herin aqilmend bipirsin ka ew çiye?" Diçine cem Aqilmend û wî dipirsin "Eva li ser asîmanan difire çiye?" Aqilmend derdikeve derê malê, balafirê dinêhêre û dibêje; "Kuro zû birevin ev Mozeke sed salî ye".


FISFIS

Carekê çerçiyek diçe Eledaxa li herêma navçeya Agirî Xamûrê. Jinên gund hemû der û dora çerçî dicivin û xwe re tiştan distînin. Jinek parfûmê dibîne, jinik çerçî dipirse "Ev çiye?" Çerçî dibêje "Ew fisfise, bêhan xweş dide." Jinik xwe re parfûmekê distîne, diçe malê ser xwe de dike û benda mêrê xwe disekine. Êvarê mêrê wê tê malê, mêze dike ku bêhneke xwe ji jina wî tê, jina xwe re dipirse "Jinik ev bêhna çiye?" Jinik dibêje "Ev bêhna fisfisê ye" Mêrê wê dibêje: "Bêhna fisa te evqas xweş be, niha gûyê te jî tê xwarinê."

QAÇAXÊ LEŞKERIYÊ

Digo "Yekî ji Agiriyê qaçaxê leşkeriyê bûye, her tim ji eşkeriyê reviya ye. Di dawiyê de hatiye girtin. Serleşker jê pirsiye û gotiye: "Ez te bidime kuderê? tu dixwazî li kuderê leşkeriyê bikî?" Bersiv daye gotiye; "Birêz serleşker (komûtan) ger tu min hezdikî, min bide navenda Agiriyê, lê min na, zarok û zêçên min hezdikî, min bide gundê Mendelix :)

N. Agirî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder