6 Ocak 2018 Cumartesi

Komkujiya Zîlanê wana dîn kir, berda dinê…

Sedat Ulugana -ANF
09:11 / 24 Avrêl 2012
Wan - Teyfûnê Zîlanî, Tenzere û Delal bi saxî ji Komkujiya Zîlanê filitîn, lê belê tiştên ku bi serê wan hatin û tiştên ku dîtine her sêyan dîn kir. Yek ji wana bi darê zorê xistin hindurê nexweşxaneyeke aqil, ya din jî gava di nava deryaya terman de termê nîşaniyê xwe dît dîn bû. Yê din jî kengî balafiran dibîne xwe diavêje erdê…


Piştî komkujiya 1930’ê ya Zîlanê bi sedan kes ketin travmayê û hin ji wana dîn bûn. Teyfûnê Zîlanî, Tenzere û Delal jî çend ji vana nin. Teyfûn di dema komkujiyê de 15 salî bû, li gundê Hesenevdalê ji bin termên mirovan derdikeve û rizgar dibe, xwe digihîne Bazîdê. Li gorî gotina wî bi xwe piştî ku li vir demek dirêj ji bo sûbayan şivantiyê kir, gotin ew dîn e û birin Nexweşxaneya Dînan a Xarpêtê. Li şûna ku Teyfûn derman bikin, ji ber ku mexdûrê Komkujiya Zîlanê bû li rastî îşkenceyên giran hat û piştre êdî rêyek dibîne diçe gundê Rustemgedîk ê navçeya Kopê ya Mûşê û li wir bi cih dibe.

“NIKARE BEHSA KOMKUJIYA ZÎLANÊ BIKE”

Cemal Denîz di destpêka salên 1980’an li gundê Rustemgedîkê mamostayî dike û behsa Teyfûnê Zîlan ê ku di 100 saliya xwe de mir dike:

“Teyfûr mirovek balkêş bû, piraniya xelkê digot dîn e, lê bi rastî jî mirovek zana bû. Piştî ku bi darê zorê Teyfûr birin Nexweşxaneya Dînan a Xarpêtê, demek dirêj wenda bû. Piştî demekê bê rih û simbêl û bi taxiemek kincan ve li sûka navçeya Kopê hat dîtin. Lê ew kinc li wî nedihatin. Piştre kincên xwe yên kevin li xwe dike û careke din rih û simbêla berdide. Her çendî mirov bibêje parsek bû, lê tiştek ji tu kesî nedixwest, mirovan bi xêra xwe tiştan didane wî û wî jî wan tiştan dixist hindurê torbeyê xwe yê navdar. Gava xelkê pirsên der barê Zîlanê de jê dipirsî, bê deng dima.”

DELALA ZÎLANÊ

Delaloya Dînik, navê wê Delal bû. Gava 25 gund li gundê Milk kom kirin, malbata wê hemû jî di nav de bû û wê bi xwe jî vê roja mehşerê dît. Ava Mîtralyozan li gundiyan xistin, parçeyên malbata wê diçûn ber asîmanan. Parçe bûn, belav bûn û li ber çavên wê mirin. Danê êvarê di nava deryaya terman de rûyê nîşaniyê xwe dibîne û dîn bû. Ber bi Erdîşê ve baz da û dîn bû.

Heta dawiya temenê xwe li Erdîşê parsektiyê kir. Di Mizgefta Milîs Helîmê de dima. Mirina delalê jî bi qasî jiyana wê trajedîk bû. Neviyên ku bav û dayîk, malbat û nîşaniyê wê kuştibûn (leşkerên tirk), di sala 1970’an de bi dehan car ew tecawiz kirin û piştre singek li zikê wê xistin û ew kuştin.!

Delalê pora xwe her tim mîna ya mêran kur dikir, hemû kesên li navçeya Erdîşê wê nas dikir. Ji Delalê tenê wêneyek şîlo yê wê û Berber Celal maye.

TENZERE

Dînek li navenda bajarê Agiriyê heye, kengî balefirek bifire, xwe diavêje erdê û dike qêrîn û gazîn, digirî. Piştî demek kin hat zanîn ku ew jî Zîlan î ye. Piştî ku balafir hatin gundên wan bombebaran kirin, ji ber hovitiya balefiran dîn dibe, an jî ji ber bombebarana dijwar. Ahmed Aras naskirina xwe û» vê dînê Zîlanê wiha vedibêje:

“Di sala 1950’yê de ez li Agiriyê xwendekarê dibistana amadeyî bûm. Min her roj vê dînê navdar ê Agiriyê didît. Jêre digotin Tenzere. Bawer im kesê navê wî yê rast nedizanî. Çengên xwe radikir û bi devê xwe dengê balefiran derdixist. Li serî heta binê sûkê dibeziya. Min ji yên derdorê pirsî ka ev kî ye, çima wisa ye? kesek ji min re gotibû; ‘ Navê wî Tenzere ye. jin Gundê Hesenevdal ê Zîlanê ye. Di komkujiyê de malbata xwe wenda kiriye. Tenê ew rizgar bûye. Li vir hatiye cem mirovên xwe, dîn bûye. Nekarîne zept bikin. Berdane kolanê.”

1 yorum:

  1. Ya sizin 40 yılda Türkiye,İran,Irak ve Süriyede öldürdüğünüz 300.0000 bin insan ve onların yetimleri dulları!!!Hani derler ya dinime söven bari Müslüman olsa!!

    YanıtlaSil