Yaşar Kemal'in Ağrı Dağı Efsanesi Adlı Kitabın Kürtçesini Okumak İçin Bu Yazıyı Tıklayın
Û hersal gava li çiyayê Agirî, bihar têt, bi kulîlkan, bi axa qehwerengî, bi bêhn û rengê xweş ve, şivanên çiyayê Agirî ên çeleng çavreş, û çavxemîn û girs jî bi tiliyên xwe ên zirav û dirêj radihêjin bilûrên xwe, û tên ser gola Kûpê, li bin zinarên sor, li ser axa qehwerengî û li ser pişta bihara hezar salî, kulavên xwe radixînin û li çarmedora golê rûdinin. Hîna beriya ku tîrêjên rojê bavêjin di bin çurusîna ronahîya stêrkên Agirî ên kombûyî de bilûrên xwe ji milên xwe dadixin, dest bi lêdana strana hêrsa Agirî dikin. Ev ji berbangê heya roj diçe ava dem dike. Di vê navberê de, tam dema ku roj diçe ava çûkekî biçûk, mîna berfê sipî li ser golê difire, doş dibe. Çûk zirav û dirêj e û dûrvê hechecikê dide. Li ser golê pir bi lez dizivire, li ser hev xelekên sipî û dirêj çêdike. Ew xelekên sipî têl têl dikevin nav şînayiya golê. Dema roj diçe ava bilûrvan dev ji lêdana bilûrê berdidin, bilûran davêjin ser milên xwe û radibin. Çûkên ku li ser golê difire jî, bi hemî hêza xwe, wek brûskê xwe bera ser avê dide. Baskên xwe li ava şîn dixe, radibe û bi wî awayî sê caran dikeve avê û derdikeve. Piştre jî difire û diçe, ji ber çavan wenda dibe. Piştî çûyîna çûkê, şivan jî bêdeng yeko-yeko, dudo-dudo ji golê bi dûr dikevin û di nav tariyê şevê de winda dibin.
Çiyayê Agirî / Yaşar KEMAL
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder