Hefteya borî min bi malbata yek ji Şervanên Agiriyê Elo Beşo re hevpeyvîn çêkir. Wekî tê zanîn ji vê malbatê 75-80 kes di dawiya Serhildana Agiriyê de hatiye qetilkirin; Malbat li gundê Erhaciya Ziyaratê ya bi ser Îdirê ve hatiye qetilkirin. Ji eşîra Sakan, bereka Mamedkan Mala Kando, 75-80 kes, li rasta Erhaciyê hatine kuştin û ew bi komî li wê derê hatine çalkirin. Gelê herêmê, ji vê komkujiyê re dibêje 'Qirkirina Mamedkan' an jî 'Qirkirina Mala Kando'.