6 Ocak 2018 Cumartesi

Kî Top Ji Ûris Stend?

Piraniya bajarên Serhedê, bi destê nişticihên wê ve hatine rizgarkirin. Bi gotineke din ve, bajarên Serhedê bi destê Kurdên wê herêmê ve hatine rizgarkirin. Yek eskerê Tirkiyê nehatiye û beşdarî wan şeran nebûye. Kurdên wê herêmê, bajar û herêmên xwe rizgar û radestî Osmaniyan kirine...


Dewleta Sovyetê (Ûris) di serî de xwestiye ku Kurdên herêmê re têkiliyên xwe xurt û baş bike lê ji ber olê û hinekî tûjkirina Osmaniyan, Kurdan tu cara baweriya xwe bi Dewleta Sovyetê re nehaniye.

Kurdan li Agirîyê bi ûris re şer kirine û topa wan li wan standine. Dibêjin Elmecît Begê Sîpkî top hildaye. Lê, gelek kal jî dibêjin merivekî herêma Dutaxê yê bi navê Egît top hildaye, Elmecît Begê ji wî standîye.

Li ser mesela top hildanê kilam jî hene.

10 yorum:

  1. Ev nivîsa han ji serî heta dawîyê bi îddîayên şaş, bêbingeh hatîye nivîsandin. Carekî Dewleta Sovyetê qet tunebû wî wextî. Ew şerê kurdan li dijî dewleta Rusya a Çar bû. Sovyet di dawîya sala 1917 a da hat avakirin. Sovyetê qet alîkarîya kurdan nekir, serda alîkarîya Mustefa Kemal û Cumhuriyeta tirkan kirîye. Di şerê cîhanê ê yekeminda Rusya Çar dixwest Kurdistanê îşxal bike û xwe bigihîne heta behrên germ li başûr. Wan him soz dan Ermenîya ku tevaya Serhedê bike Ermenistan, ji alîekî va jî dixwast dostaniya Kurdan qezenc bike, wan bîne alîyê xwe. Lê serokeşîrên kurdan wek Evdilmecit Beg, Kor Huseyn Paşa, Xalid Begê Cibrî, mezınên Hesenan, Celalîyan, Cibran û yên din (ku xwe Osmanî hesab dikirin) bi Rûsan bawerî neanîn, daxwaza çarê Ûris qebûl nekirin.
    Li ser mesela standina topên ordîya Ûris, ‘’nivîskar, dîrokzanê’’ me îddî dike û dibêje; ‘‘Lê, gelek kal jî dibêjin merivekî herêma Dutaxê yê bi navê Egît top hildaye, Elmecît Begê ji wî standîye.’’ Lê nizane ku her mêrekî kurd yê ku destê wî sîlah bigirta li Dutaxê, di ordîya Elmecît Begê da cî digirt. Û esse gereke nivîskar ji kal û bavê xwe bihîstibe ku Elmecît Beg di şeran da tim li pêşîya eskerên xwe çûye. Ji bo ku kurd di mehserê da mane, topên ûris li ser girekî ji jorva emanê nade şervanên wî, ew û kurê xwe Tajdîn bi êrişeke surprîz, bi şûr û xencerê topavêjan bê tesir dikin. Dûra kurd êriş dikin, eskerên ûris xwe li ber kurdan ranagrın paşda vedikişin. Gelek erzaq û heywanên wan dikeve destê kurdan. Lê di mehserê da bi sedan şervanên kurd bi wan topan hatine kuştin û birîndarkirin.
    Li ser şerê ûris gelek kilam hene, yek ji wan ev kilame behsa mehserê û şehîd û birîndarên eskerên Emcît Begê dike:
    https://www.youtube.com/watch?v=P8Kguo5oaNg

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Min jî wusa bihîstibû. Ango min jî bihîstibû ku top Elmecît Begê hilnedaye. Yekî din hildaye, merivekî jîhat, lê bê kes bûye. Elmecît Beg dibêje îllahîn tê bidî. Milletê devdorê jî dibêje tê mêrantîya xwe kir hilda, hema bidê bira here. Ew jî didê, Elmecît Beg çend pezan dide, li ser xwe kilaman dide derxistinê.

      Lê gel her tiştî baş dizane.

      Nivîskar jî negotîye sedî sed rast e, gotîye kal û pîr wusa dibêjin. Hêrsa te ewqasî hatîye, dême hûn jî zanin îddîa rast e.

      Sil
  2. Bi Xwedê kim, yekî Heyderî jî min ra heman tişt gotibû.

    YanıtlaSil
  3. Camêr ez hêrs nebûme, gelo ji kîjan gotina min te ev derxist? Bi rastî ev ji min ra wek tiştekî ecêb û xerîb jî nayê dema hinek kes tenê bi reflexên xwe yên eşîrî, hevdunexwestin û neyarîya navxweyî ya kurdan tiştên weha spekulatif binvîsînin û paşê jî bêjin ku nivîskar jî ne gotîye sedi sed rast e. Yanî çi? Ê de baş e, ez bi çavê malpereke welatparêz û ciddî li bloga HERÊMA AGİRÎ mêze dikim loma min ê li ser tiştên weha beredayî nenvîsanda.

    YanıtlaSil
  4. Yalanın bini bir para..T.C kurulduğunda Türkiyede toplam Kürt nüfus beşyüzbin..bu beşyüz bin Kürt nüfus İngiliz belgelerinde zaten kayıtlı.Lozan izleme komitesi raporunu tutmuş.Bu beşyüz bin Kürt nüfusu doğu ve güney doğuya dağıttığınızı düşünün devede kulak olmaz..nerede bu büyük büyük tarihi olaylar??Çoğu Ermeni ve aslen ikiyüz Türkmen aşiretide Kürtçe konuşuyor..yalan üzerine tarih kurmaya çalışmayınız.Biz bu toprakların çocuklarıyız ve yaş yetmişi aştı.1960 da ağrının toplam nüsuna bir bakın..yani il ve ilçe olarak..bomboş topraklardı..Bayezidin nüfusu kaçtı?? Üç bin..Ağrı dağı eteklerindeki 24 köy aslen nereli??Bursalı aileler.Ishak paşa ile getirilen 60 bursalı aile bu köyleri kurdular ve İranla ticaret yoluyla Farsça öğrendiler ve böylece çoğalıp aşiret oldular.Gidin Eryılmazlara sorun siz aslınız kimdir diye??Nüfus kayıtlarını osmanlı defterlerini inceleyin hepsi kesin kes biliyorki Bursalıdırlar..Desinler diye yalan yazan,desinler diye öldüren ve desinler diye ölen insanlar olarak anılacaksınız.Oysa yaradıldığı gibi kabul etseniz kendinizi problem çözülecek.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Sen bu yazdıklarına inanıyormusun gerçekten?

      Sil
  5. Yekî gundîyê me qîzek revandîye çûye xwe avîtîye mala Elmecît Begê. Îja kurê wê jinikê yê yekem qe naşibe bavê xwe. Dibêjin dolla sîpkîyan e.

    Di dema serhildana Agirîyê da jî Hesena diçin beşdarî serhildanê dibin. Sîpkî jî diçin dest davêjine jinên wan. Paşê Hesena têne dora wan. Şerê mezin dertên. Ahmed Aras pirtûka xwe da gişt nivîsîye.

    Sîpkî him millet ra xayîn in, him jî namûsê ra.

    Binêrin çi anîne serê partîyê? Piştî ku du sal berê şaredarî kete destê wan, êdî mimkûn e ku em wira qezenckin? Meriv hema mixekî jî nakute navçê?

    YanıtlaSil
  6. Ez jî vê meselê dizanim. Ew ê hildaye ez navê wî jî dizanim, Egît.

    Egît hildide, Elmecît dibêje tu nedî ezê te bikujim. Millet dibêje Egît, bidê, me mêrantîya te dît. Tê çakî topê? Bidê, eva qaf seqet e, heta hilnede nasekine.

    YanıtlaSil