21 Ağustos 2017 Pazartesi

Şervanekî Agiriyê: Biro Rindo (Vîdeo)

Dengbêj Cahîdoyê Mûşî kilama Biro Rindo dibêje.


Biro Rindo, di serhildana Agiriyê de (1926-1932) serokê komeke şervanan bû ku, heya Erzirom, Wan û Bilîsê diçû, çalakiyên sapotaj pêk dihanî.  Biro Rindo dema pêşiyê beşdarî serhildanê dibe, beşdarî Koma Şêx Zahir dibe, paşê koma xwe ava dike û bi tevî koma Edoyê Azîzî gelek çalakiyên mezin pêk tîne.

Biro Rindo ji êla Giskan e. Ev êla niha li gundên Îdirê dijî. Êlê bi giştî piştgirî daye Serhildana Agiriyê. Piştî ku serhildan têk diçe, malbata wî tê sirgûnkirin.

Wekî din pirtûka Mustafa Balbal a bi navê Ararattaki Esir Generalden Kan Çiçekleri de di çend cihan de qala wî tê kirin.

 Biro Rindo bi destê xayînan ve di malakeke lê mêvane di xewê de tê kuştinê. Piştî ku Biro Rindo di xewê de tê kuştinê, serê wî dibin di deriyê qereqolê de darda dikin. Ev kilama li jorê jî li ser wî ye.

Ev kilama li jêrê jî ji devê Şêx Mehmed Emînê biraziyê Şêx Zahir, kurê Şêx Evdirrehman tê gotin.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder