19 Ağustos 2017 Cumartesi

Li Stockholmê li ser Serhildana Agirî û Komkujîya Gelîyê Zîla semînerek hat dayîn

Roja şemîyê li Kitêbxaneya kurdî ya Stockholmê li ser Serhildana Agirî û komkujîya Gelîyê Zîla semînereke balkêş hat guhdarîkirin. Semîner ji alî lêkolînerê kurd Sedat Ulugana hat dayîn. Ji ber Ulugana bi xwe ji Gelîyê Zîla ye, agadrîyên wî bi baldarîyeke mezin hat gudarîkirin. Ulugana gelek agadarîyên bi taybet bi dokumentên nivîskî û bi wêneyên dema komkujîyê anîn ber çavan. Ew bi xwe ji malbateke mexdûrê ê komkujê ye, behsa serpêhatîya kurdên gelîyê Zîla û malbata xwe jî kir, vê yekê bandoreke mezin li ser hestên guhdaran kir. Ji çavê gelek kesan hêsirên xemgînîyê dihatin xwar.

Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê Nezîr Akad, berî ku semînerê bide destpêkirin, ji Sedat Ulugana daxwaz kir ku ew xwe bide naskirin û behs bike ka ew daxwaz û hewasa wî ji bo nivîsandina dîroka me ya nêzîk çawa dest pêkirîye û heta niha çi xebat kirine û çi berhemên wî hatine weşandin. Sedat Ulugana di nav malbata xwe de serpêhatîyên malbata xwe, jiyana surgûnê û rewşa gelê xwe meraq dike dixwaze sedem û encamên wan serpêhatîyan fêm bike. Ew xwendina xwe ya bilind li zankoyê de di beşa edebîya tirkî de werdigre. Li wir fêrî xwendina dokumentên tirkî ya dewra dewleta Osmanî (bi herfê n erebî) dibe. Ev, derîyê lêkolînên zanîstî jê re bêtir vedike. Wî heta nuha 12 berhem weşandine. Ji vana çar pirtûk û hin maqale bi zimanê kurdî ne. Olugana da dîyarkirin ku wî di 21 salîya xwe de pirtûka xwe ya yekemîn çapkiriye û di wê de kêmasî hebin jî sedem nebûna tecrubeyan û kêmbûna çavkanîyan bûye. Ulugana li ser mijar û babetên xebatên xwe yên kirî û yên ku dixwaze bike agadarî dan.

Hinek ji beşdarên civînê, di dawîya semînerê de, dîtin, pirs û pêşniyazên xwe anîn zimên. Heskirina xwe ji lêkolînerê xort re nîşandan. Civîna ku ji aliyé Komela Nivîskararên Kurd li Swedê, FKKS, û Kitêbxaneya kurdî ve hat amade kirin gelek serkeftî derbas bû.

Ji Dengêkurdistan.nu hatiye hildan.



Hiç yorum yok:

Yorum Gönder