10 Temmuz 2017 Pazartesi

Tehmên ji çiyayên Agiriyê: Gûlîk, ribês, kereng û mendik...

Li Agiriyê gelek fêkî û sewzeyên çiyayî hene ku qîmeta wan a aborî jî heye. Di nav wan de gûlîk, ribês, mendik û kereng sereke ne. Firoşkarên Agiriyî van him di bazara Agiriyê de difiroşin, him jî dişînin derveyê bajêr. A niha jî ji bo firoşkarên Agiriyî amadehiya biharê bi gûlîkê ve dest pê kir.

Gelê Agiriyê debara xwe zêdetir bi çandînî û heywankariyê dike. Tevî vê sewze, fêkî û firoşkariya pincaran jî dikin. Bi bihara ku deşt û çiyayan rengîntir dike re sewze, fêkî û gihayên çiyayî li dezgehan hate danîn. Bi taybetî nebatên ku li deverên bilind û çiyayan şîn dibin van rojan liv û tevgera dezgehan zêdetir kir.

Nivîskar û lêkolîner Nihat Öner dibêje gelek nebat û pincarên ku li Agiriyê digihêjin û têne berhevkirin, di nav bazara bajêr û derveyê bajêr de tên firotin.

Öner balê dikişîne ku gelheya (populasyona) ajal û nebatan a li çiyayên Ararat (di nav gel de Gilîdax jî tê gotin) û Sîpan bi taybet ya Kosedaxê pir dewlemend e. Öner dibêje a niha li Agiriyê firotina gûlîkê jî dest pê kiriye. Her wiha Öner got ger hewa baş be gûlîk di nava Adarê de ger ne baş be di destpêka Nîsanê de şîn dibin û di nav 15 û 20 rojan de jî tên berhevkirin. Ger di vê wextê de neyê berhevkirin kartî dibe û nayê xwarin. Öner wiha behsa pêvajoya firotina gûlîkê dike: “Di dema gûlîkê de firoşkar berhev dikin û vê sewzeyê di depoyan de diparêzin. Gûlîkên veşartî di nav du an jî sê mehan de tên firotin. Gundî û firoşkarên Agiriyî him di bazara Agiriyê de difiroşin, him jî ji firoşkarên li metropolên Tirkiyeyê re dişînin. Kurdên li Stenbol û Îzmîrê dijîn gelek gûlîk dikirin.”

“Niha 3 kîloyê gûlîkê bi 10 lîreyî tê firotin”

Öner dibêje her bihar gelê Agiriyê ji xizmên xwe yên derveyê bajêr re gelek nebat, fêkî û sewzeyên çiyayî dişînin, Öner got gûlîkê herî baş û zêde li navçeya Xamûrê li gundê Evdê, li derdora çiyayê Sêgira û Newala Zerê digihêje. Her wiha di navbera gundên li derdora çemê Muradê û navçeya Dutaxê jî ew digihêje.

Her wiha Nihat Öner wiha pê de diçe; “Li Agiriyê a niha 3 kîloyê gûlîkê bi 10 lîreyî tê firotin. Lê ger hewa hinek baş bibe dê ew zêdetir bibe. Dibe ku kîloyê wî heta lîreyek jî bikeve. Gelê Agiriyê bi gûlîkê ve gelek xwarin çêdikin; Savarê Gûlikê, Şorbeşîr û Kadê Gûlikê jî yek ji wan in. Her wiha ev sewze ji bo roviyan gelek baş e di çakbûna qebzê de jî derman e.”

“Di biharê de bi sedan kîlo ribês bo derveyê bajêr tên firotin”

Pincarek din jî ribês e. Ribês di heman demê de wek “Mûzê Kurdistanê” jî tê zanîn. Öner dibêje ribês ligel gelek deverên Agiriyê li navçeya Zêtka, derdora Kosedax û gundên li quntarên vî çiyê şîn dibe. Öner diyar dike ribêsa herî rind ya li derdora çiyayê Kosadaxê ye! Û ribês di dawiya meha Nîsanê de şîn dibe û heta 2 mehan tê berhevkirin. Öner da zanîn gelê Agiriyê gelek ji ribêsê hez dike.
“Ribês wek deste tê firotin. Pênc-şeş ribês bi hev ve tên girêdan û dibe desteyek. Desteyek ribês kêm zêde bi 4 an jî 5 lîreyan tê firotin. Ribês jî wek gûlîk di bazarên Agiriyê de cihekî girîng digire. Gelê Agiriyî di biharê de bi sedan kîlo ribês difiroşin derveyê bajêr. Tirk û Kurdên ku li Tirkiyeyê dijîn eleqeyeke mezin nîşanî ribês didin. Gelê Agiriyî hin caran êdî nikarin ribês bibînin û bikirin. Ribês wekî mûzan e, tê spîkirin û bi xwê an jî bêxwê tê xwarin.”
Öner bal dikişîne ku ev çend salên dawî li ser ribês wekî ku ribês dijminê pençeşêrê ye nîvîs û nûçe tên nivîsîn dibêje û wisa pê de diçe: “Ne tenê ribês, koka wî jî tê xwarin. Dibêjin ku kokên ribêsê ji bo diyabetê baş e. Ji bo vê yekê gel bi xwe diçe berhev dike an jî ji baharatfiroşên Agiriyê koka ribês dikirin.”

“Li Agiriyê du cûre kereng tên xwarin”

Halime Önera ku li Agiriyê dijî derbarê gelek sewze, fêkî û gihayî de agahdar e. Ew jî dîsa behsa pincarekî din a Agiriyê dike. Kereng li her derê Agiriyê şîn dibe. Li Agiriyê du cûre kereng digihêjin, yek Kereng yê din jî Kerengzer e. Rengê zer yê kerengzerê dibe ku spî an jî zer bibe. Öner dibêje “kereng jî wekî giha û sewzeyên din di bazarên Agiriyê de gelek tên firotin. Her wiha Agiriyî ji bo xizmên xwe yên li derveyê bajêr dijîn wekî sewze û gihayên din her bihar kereng jî dişînin.”
“Mendik di çêkirina penêr û toraqê de tê bikaranîn”
Melik Özmüşê Agiriyî jî her bihar pincarên çiyayî berhev dike, niha ew jî behsa gihayê mendik dike. Özmüş dibêje; “Li Agiriyê mendik herî zêde li gundên Dutaxa ku li herêma Eledaxê ye digihêje, di dawiya Nîsanê de şîn dibe û di nav 2-3 mehan de jî tê berhevkirin.” Özmüş diyar kir ku mendik him di bazara Agiriyê de, him jî di derveyê bajêr de tê firotin. Ew giha bi piranî di çêkirina penêr û toraqê de tê bikaranîn. Her wiha xwarin, şorbe û tirşiya mendik jî tê çêkirin. Li aliyê din di nav şorbeyan de wek baharat jî tê bikaranîn.

Li agiriyê heman demê kuvark/karî, givîj, sinc, şîlan, hêliz, cax/çixşur, gezgezk, tolik, pûng, belhewêz, siping, pariyê/nanê çivikê û hwd. sewze, fêkî û pincar şîn dibin.
Jin berhev dikin, mêr difiroşin

Jinên gundan yên ku li çiyayên Bakurê Kurdistanê kerengan berhev dikin him nebatan ji bo xwarina xwe bi kar tînin him jî difiroşin û pê debara xwe dikin. Di destpêkê de deverên ku li Bakurê Kurdistanê lê şîn dibin Qerejdax û quntarên wê ne. Gundiyên li quntarên Qerejdaxê her roj kerengan berhev dikin. Kereng ji aliyê jinan ve tên berhevkirin, ji aliyê mêran ve jî tên firotin. Kîloyê kerengên li bazaran bi 6 û 10 lîreyî tê firotin. Kereng ji bo tenduristiyê jî gelek baş e. Bi taybetî ji bo kisîka safrayê, teqîna perdeya guh baş e. Her wiha beniştê wî jî ji bo diran û pidûyên diran gelek kêrhatî ye.

HEFTENAMEYA BAS / Gönül Gün

1 yorum:

  1. Bavo we Çexşûr (Cax) ji bîr kirîye.
    Silav u rêz

    YanıtlaSil