13 Nisan 2017 Perşembe

HEVPEYVÎNA REŞÎDÊ BASO Û DERWÊŞ SERHEDÎ

Derwêş Serhedî: Gelî temaşevan û guhdarên ezîz, gelî xwendevanên bi rûmet. Em nuha mala Reşîdê Baso, Dengbêj û Hunermendê bi nav û deng mêvan in. Wek tê zanîn Jîyan û herûha jî hunera Reşîdê Baso meseke gelek dûr û dirêje. Lewra jî em dixwazin hin pirsên pêwist û hin bûyarên balkêş ku jîyana birêz Basoî da qewimîne bipirsin û bînin ziman. Ev yek jî bila ji bo paşerojê, ji bo kesên ku bixwazin, bizanibin Resîdê Baso kîye huner û hunermendîya Resîd ê Baso çîye re bibe arşîv û materyal. . .

Û belê em dibêjin Xalê Resîd silav û hurmet ji tera. Helbet ev pîrseke klasike, lê disajî emê bipirsin ku Resîd ê Baso kîye? Tenê ez waha serî vekim ku, ez dizanim eslê te (malbata te, kal û bavên te) ji bajarê Qersê, Qeza Qulpê (Tuzluca), gundên derdorê çîyayê Tendûrekê çûne derbasî Hayastanê (Ermenîstanê) bûne ne wisa?

Resîdê Baso: Belê ezîzê min destpêkêde ezjî dixwazim, her kê ku ev hevpeyvîn xwend, temase û guhdarî kir, li wan hemîyan silav dikim û ji wanre sihet û qewetê hêvîdikim. Û tu û Nur a minjî (Nûrê nebîya Resîd ê Baso, keça Hunermend Dilovan) li wir heya li vir ser û çevên min hatine. Ez zehf razîmeku tu qet wextekê jî min bîrnakî. Qedrê min zanî. Min dipirsî. Xwedê mal û zarîyên te bibaxşîne. Gelek gelek razîme. . .

Wek te go mala me ji desta Intabê (Ezdixanê) hatine gundê Tendûrekê. Pistî wê jî, mixabin wek tê zanîn oldarî, olperestî herwext bûye sedema mal xerabûna Kurda, lema jî tîba (sala) 1914 revîyane hatine Hayastanê. Xwe havêtine li ber bextê dewleta Sovyetistanê. Lê hîngê neferên (kesên) me gelek qirbûne (telefbûne) tevî cimaeta Ermenîya. Waha xwe xelaskirine hatine xulesse. . . Bavê min, Apê min, Pîrika min, keçikeke 3 salîn jî li pişta pîrika min bûye, ew keçik jî avê de roda çûye. Disa jî şikir
xwedê re ku em hatine derketine li vir, nava dewleta Sovyetistanê. Weke bendîyan, weke insanan jîyane. Bune xwedî maf, cîh, war. Raste Kurdistan welatê me ye û em Kurd in. Lê li vir jî em nekirine sûna mahaciran. Pirsgirêk ji mera çênekirine. . .

Xalê Resîd tu bi xwe jî Rewanê (Erivan) mezinbûyî ne wisa?

Naxêyr ez bi xwe ji nehîyê mezinbûme. Ne ku nava nehîyê, tîba (sala) 1927an de
nehya Telîê bi gundê Kelesbegê hatime dinê. Li wir mezinbûme. Pasê tîba (sala) 1946
de hatime Rewanê.

Başe Xalo can tu sala 1946 an de hatî paytexta Ermenîstanê. Mirov dikare bêje ku tu li serbajerê li wê dewletê, weke bajerîyekî wan, jîyaneke bajervanî, helbet pêşketî, hêla ziman, çand, çûyîn-hatin, rabûn-runiştinda jî weke wan, dibeke bi wan jî pêşketîtir jîyana xwe domand. Le gelo qet carekê bala te kişand ku tu bê welatî. Ew dera welatê te nîne. Tu li wir mahacirî?

Bawer bike, xwedê li ser te şehdeye çawa dibêjim wisaye. Me emrê xwe li Hayastanê derbaskirîye. Le me emrekî bas derbaskirîye. 5llahku wexta bêjim Firqa Komînîstîyêda zehf basbû. Vê dawîyêda erdhej derbaskir, zagûnên dewletê hatine guhêstinê, sosyalîzm xerabû. Hertist zehf xerabû. Lemajî cimaet tûrtela bû. Hin ne başbû. Û em nuha welatê Germanyane. Xwedê sên bike. Zehf base. 5nsanetî heye. De ka ji minre bêje, dikare bibe welatê mirova? Şûna welatê mirov digire? Wekî welatekî me jî şên û ava hebûya, çima destê meyê bi hevudu biqetîya. Çima emê her yek cîhekêbûyana? Çiqas zehmeteku, de hela hesab bike 3 bavên me (3 generasyon) cîhekê nemane! Ji sedema bê welatîyê me hewqas qir (komkujî) dîtîye.

Xalê Resîd te xeyna Dengbêjîyê karekjî dikir an na?

Belê em zavotada (fabrikada) dixebitîn. Ez 43 sala têde xebitîm. Ez serê dewleta Sovyetê, hêla Japonyayê bigire heya prîbatîkayê (?)çûme. Ez Sîbîrîya wanderan hemîyan çûme û min dîtîye. Jî berkû zavotaku ez lê dixebitîm wan ez disandim. Car hebû ez 6 mehan li rêyande, trênande dimam. Van 4-5 salên dawîyêjî min xanima xwe jî bi xwera (tevî xwe) birîye, gelek cihan gerandîye. Hemî rêya Moskvayê me kiribû rêya kadizê. Min rehmetîyê bavê xwe jî bi xwere tîba 1972an de heya sînorê Japonyayê birîye.

Zanî xalo ez van pirsana hineka bi zanistî li te dikim. Ji ber ku me hêêê sala 1997
an de mala we ya Rewanê de li ser van pirsana gelek qisekiribû. Hêla gelek pirsande ez
agahdar im.


Belê raste ezîzê min.

Belêxwes, te gelek sitranên bi kubir û awazên Kurdî, bi rih û hestên Kurdî dema wê rêwîtîyê de, bîrîya malê, zarîyan dikir, 6 meh rêyande, trênande dimayî û wisa çêdikir. . . Nuha Ji wan sitranan qet yek tê bîrya te ku tu ji mere mînak bidî, bibêjî.

Ser ser û çevên xwe. . .

Û waha digo: Wey felekê mala xwayî şewitîyê, tu ê dikisî nakisî qet nawestî.
Dibê darêketime gerîneka, lo weke hestî.
Wey felekê mala xwayî sewitîyê,
gelekî meriv îtibara xwe cahil-cûhîlê vî zemanî neke.
Notilanî werisê rizî, lo pira sikestî. . .
Bêje wey felek, weyla felek.
Welleh sîwarê felekê ji me çûne lo mane kullek.
Wey felekê mala xwayî sewitîyê, xelkê ketîye derdê mal û halê
dunyaligê.
Ez evdalê xwedê bûme masoqê çev û biryên res û belek.

Wey sihet a te xwes. . .

Xalê Resîd ev sitranajî ji wan 40-50 sitranênku te çêkirine ji wan yeke ne wisa?

Belê birayê min. 43 sitranê min tecilkirîne (Qeydkirîne). Hem Radioya Kurdî de
hem jî radioya Ezdîyan de.

Base Xalo can, ev radio herdû jî bi zimanê Kurdî, zaravê Kurmancîbûn ne wisa? Çima navê yekê a Kurda û a dinê jî a Ezdîyanbû? Ev cudatî tenê bi navbû an, cudatike din jî hebû?

Ê birayêmin me serîdajî qalkir. Ewê cudatîyê mala me xerabkir. Ezjî zanim, tu jî zanî, Seyx jî zanin, pîr jî zanin, mele jî zanin, dunya-elem zaneku cudatî tuneye. Em yek in, em kurdin. Lê mirovên xwedê jê standî zehfin. Navkokîyê dikine nava millet. Xadê bila mala mirovên xêrnexwaz xerabike. Em ji welatê xwe revîne hatine. Raste me ji Kurdên misilmanjî gelek zulum dîtîye. Lê gunê wan rebenê nezan nînbûye ku birayê min.

Ka em herin pirseke dinê. Xalo can, 43 sitranên te, bi radioyan de hate tecîlkirin.
Lê li wan sitranan de tenê ya ‘Peyao ha peyao’ bi Meê hate karanîn. Ên din qet yekê de
amûrên muzîkê tunene, çima?


Derwêsê min, ezîzê min tu weke nuhabû. Hînga sazbend kêmbûn. Tenê Êgîdê Cimo wan hebûn. Ewjî her wext sahîyanbûn, dawetanbûn. Radioyê nînbûn her wext. Pasê Xelîlê Evdile wan gîhîstin. Lê kêmasîya sazbenda miqîm hebû.

Radioyêda komîteyek tunebû ku em bêjin, biryar bida, bigota filan rojê, filan sitrana Resîd ê Baso tecildibe (qeyd dibe). Li ser wê sitranê xebatek çênedibû?

Hîngê Xelîl Mûradov berpirsyarbû. Ewî pêsde tivdarek didît. Emku (sitranbêj ku) diçûn, mirov dahanî, ewan mirovan sikilê me (Foto) dikisandin. Kerem ê Seyad jî hîngê hebû. Ewî jî gelek wext li wir karkir.

Xalo can xeyna wan sitranên teyên ku radioyan de hatin tecîlkirin, em jî zanin, gel jî zane ku Resîdê Baso Dengbêjekî bargirane. Mêjîyê wî de, an jî tûrê wî de bi sedan ve sitran hene. Û komîteya radioyê jî destûr nedida hemî sitranan ku ben gotin. Gelo qet sitraneke te heye ku tu bibêjî ax xwezil destûr bidana ku min ew sitran bigota?

Derwêsêmin, bawerke bawerke tûrê xalê te tijeye. Ez pirim Derwês can. Bawer ke sedan ve sitran mejîyê minde hene. Hê jî hene bawerke. Min sitranên xwe gelek jî nivîsîne li ba xwe. Lê mixabin bi tibên Ermenî (Kiril). Lê destûr nedidanku em hemîyan bibêjin. Ser seran, dîn (ol), axa û began, sêyx û pîran, tu li ser tistên pêwist destûr tunebû. Dengbêjên zehf jêhatî hebûn, ên weke Ahmed ê Sewês, Miraz ê Pîrazî, rehmetîyê Neco ê Cemal (apê min), û gelek navên wan nuha nayê bîrîya min. Vî alî ser diqewimîn, wî alî jî dengbêjan sitran li ser çêdikir. Ê birayêmin sitranên mejî gi li ser Ser û dew û dozane. Dengbêja wê ew sitran bigotana, wan sitrananre jî destûr tunebû. Û em bên bersiva pisa te; rastjî sitranek heyeku hergav ez dibêjim xazil min radioyan de ew sitran bigota. Sitraneke gelerîye lê ez zehf lê hezdikim. Ka xalê te ji tere bêje.

Û waha digo:

Lê weylêêê. . . Weylê lê weylêêê. . Weylê lê weylêêê. . .
Lê lê dînê, sibeye min go dilê min kubare. . .
Ve sibê qere berbanga sibê minê dîn û bala xwe dayê,
qazî mele rabûye li ser serê vê minarêêê. . .
Sê care dike gazî, Xwedê û tuala, Ellah û Ekbereeee. . .
Derwês bextê tedameeeee. Minê bala xwe dayê, sê kewê gozel e
gogerçîn,
bejn bilinde çev belek. . .
Sê qesra teko teko hatne dere yar yar yar yar yar yar. . .

(Helbet wê sitranêjî bi deqîqanve berdewamkir)

Sihet xwes xalo can. . .

Te go rehmetîyê Neco, min gelek pesnê Neco, demaku ez hatim Rewanê sala 1997an de min li wir jî bîhîst. Lê pasê bawerim salekê berê jî min lawê nemir Neco, Miraz jî sahîyekêde dît û me hevudu naskir. Lê me dîsa pirs hanî cîhekî pêwist! Li ser birîneke pêwist! A nuhajî pisgirêkên me ên wisa hene. Tu dikarî ji mere bêjî, Dengbêjekî weke Neco ê Cemal, çima gelo dengê wî, sitraneke wî radioande, qeydande tune? An jî gelek ên weke Neco hebûn. Lê dengê wan, sitraneke wan jî radioyan de tunene, çima?

Neco ê rehmetî apê min bû. Em ji esîrekêne, yanê ne apê helal. Mala wana ji Wanê hatibûn. Mala bavê Neco zehf maleke dewlemend û bi nav û dengbûne. Xwedanê malê giran, xwedanê 1500 pezbûne. Neco ê rehmetî xewna xwede dibîneku, Xatûna Ferxan hinarekê pêskêsî dikê. Neco hebê wê hinarê xewnêde dixwe. De Neco hema ha rûdinist, kîderê hebûya, hema xwe bi xwe li ser bûyarekî, serekî, dûrî qapîyê hazira li ser mirîkî sitranek çêdikir. Meriva hewes heyran dikir ku lê guhdarbikira. De bawerke di tîba 1938-40 de, ez hê 10-12 salîn bûme û min sitranan hezkirîye. Ji berku ez jî wê zaroktîya xweva bin tesîra Necode mame. Gelek sitranen xwe min ji Neco hildaye.
De Ermenîyek hebû navê wî Yêvokbû, bawerke ev Qarabêt ê Xaço maço qet li ba wî, li ba Neco nikaribûn devê xwe vekirana. 3 roj û 3 sevan rûdinistin digotin, dawî nedahat. Bila rehmet li wanbe.

Xalê Resîd, te bi wê xewna rehmetîyê Neco ve, pîrê Dengbêja Nemir Evdalê Zeynikê hanî bîrîya me. Evdal jî berî Dengbêjîya xwe, xewneke wisa dibîne. Bi xewnê de (heşa ji hizûra te) vedireşe hebên garis ji devê wî tên. Çîrokeke dirêje lê em kin herin paşê dibe Şahê dengbêjan. Îcar em werin beşeke li ser jîyana Evdal. Jîyana Evdal da denbêjeke jin hebûye. Bi nav û deng. Û wê dengbêjê ehdek, şertek danîye, sondek xwarîye. Ew Dengbêja kîbûyê? Ew ehd û sert û sonda wê evda xwedê çi bûye? Dikarî hin qalbikî?

Erê birayêmin, tu qala (behsa) Gula Fille dikî. Gulê Dengbêjeke xwe bawerbûye. Û Ezebbûye (nezewicî). Gulê ehd dike, sondduxwe, dibêje kî dengbêjîyêde bikaribe ji min re têkeve lecê û min alt bike. Û ew kes kî dibe bila bibe, ezebbe, zewicîbe xem nîne. Ez ê hum û riza xwe wî bikim, herime wî, bibime helal a wî, bibime bermalîya wî. Evdaljî bi nav û dengê Gulê bîhîstîye. Gelek wexte ku benda Gulêye. Gelek dixwaze ku rojekê rastî Gulê bê û bi Gulêre têkeve lecê. Xulesse rojekê Evdal dibhîyêku Gulê hatîye Xamûrê sahîyekê. Evdal rêdikeve dehere Xamûrê. Rêya dûrbûye. Evdal rêde bi xwe xwera biryar dideku wê îro heyna xwe dernexe. Bê deng rûnê, westa xwe hilde. Hemî, kes bi sûretve lê nasnake. Û wê sibê bi Gulêre têkeve lecê. Evdal bi xwe, yekî bejn kinik, rû xurî, yekî, zehf bedew nînbûye. Dehere dighêje mala dawetê, dinêre pala odê diwana Surmelî Memed Pasa Gulê lê rûnistîye. Bi sitrananvê xêr hatinê dide mêvanan. Gul Evdal dinêre tinazê xwe bi sitrankî Evdal dike, ji berku Evdalî ne bi şekil û semale. Cimaet dikene. Kes nizaneku ew Evdalê Zeynikêye. Evdal xwe nagire û dike qîrîn. Cimaet ser û bin dibe, nav hev dikeve. Hinek dibên sedî sed ev Evdalê Zeynikê ye. Hinek dibên na heyran Evdalê zeynikê kî eva kî. Evdal yekî bi bejn û bale. Me Evdal dîye. Ka ew roj ku Evdal bê van cîya. Xulesse leceke zehf mezin diqewime. Evdal û Gul 3 roj û 3 sevan dikevine pêsîra hev. Dibên û dibên. . .

Derwêş rastî mala xwedêye kilama, wekî meriv nabêje û nabêje meriv bîra dike. Ev miqam temam min zanibû lê nuha nayê bîryamin. Edî emrê mejî ne hindike birayê min. Lê ez hema 2-3 mala ji tera bibêjim. Bila ba te hebe. Û pisti vê lecêjî, hinek tiştên zehf sas dibêjin. Lê Evdal Gulê alt dike. Gul dibêje Evdal êdî te ez altkirim. Sonda min, ehda min hebû lemajî ez mecbûrim bînim cîh. Ez emrê tedame. Te ji minre çi go ez qebûlim. Evdal dibê Gulê tenê mexseda min ewbû ku ez te bi Dengbêjîyêde alt bikim. Ewjî sikir min pêk hanî. Wekîdin xwera nava sitranêde me hin tistên ne rast gotin. Lê tu dayîka min, xwîska minî. Ez bi xwejî zewicîme, jin û zarîme. Here xwedê bila miradê te bike. . .
Û waha go:

Evdal tu bi xêr hatî ji wira heya vira
Bejna min disixule mînanî mûm û çira
Tu were emê bi hevra bistirên mînanî xwîsk û bira
Wey can Evdal, Wey can Evdal
Heyla kirîbê Evdal ez heyîrî te mam. . .
Lê gulê ez hatim Xamûrê lo ha li til e
Bejna Gulê tak - rihan e li ber avê mîna pelga sil e
Gulê bi syêst û ses zimanî dixwîne, xwedê zane hem sarûle hem
bilbile.
Ez ê bi heyrana bejna zirav wî cîh û meskenê tu lê
Wey can Gulê, wey can Gulê
Îma lênî, îma lênî
Kudayo dêro sîma lênî
Yêl pisîko, sîman yêlî
Espandêro Îskendêrî

Siheta te xweş be. . .

Derwês can çi bêjim birayêmin, tistên sas nuha hewqas hene, hewqas çêbûne ku mirov nizane kîjanî bêje. Nuha derketine sitrana Derwêsê Evdî dibêjin. Mînanî keçikan distirên xwera. Bawerke ew miqam qet ne Derwêsê Evdîye jî. Xwera hema li ba hev hildane. Yekê sas gotîye, ê dinêjî dane peyê. Sitranêde keçik, Derwêsre dibêje ‘berxo, lawo’. Kuro. . . Birayê min. . . Qet mirov nafikireku hema, gelo Edulê dilketîyê xwera, evîndarê xwera digo ‘berxo, lawo’ hella hellaaa. . .
Ha te sitrana Kerr û Kullik gotîye. . . Kerr û Kullik serpêhatîya wan çawa bêjim wekî beyte beyt. Çend seet e. Te hema xwera kirîye 2 mal 3 mala. Wisa dibe birayê min, ezîzê min. Michayê min jî (Hunermend Dilovan) ez bi qurbanbim sitrana Elîyo Lawo gotîye. Wisa tê gotin?

Lazime mirov hinekê li ser bixebite, bibêjeku ew sitran, cihê xwe rûnê, li devê mirovan bike. . .

(Û gelekê li ser destana Kerr û Kullik qisekir)

Xalê Resîd em bawerinku rojekê Kurdistaneke azad de, dibistanên muzîka Kurdî jî wê vebin. Û besa Dengbêjîyê jî wê beseke zehf pêwistbe. Lê Dengbêjîyêra, tenê deng xweşî û xwandin têrê nake. Lazime bingeha Dengbêj jî hebe. Em bêjin dengbêj jî lazime bingeheke civakî (sosyal) bê. Dengbêj lazimeku ji evîn a Edûl û Derwês jî hin fem bike, hin hest bike. Hîngê dikare bibe çem, bibe kanî!
Belê em dîsa vegerin li ser serpêhatîya Resîd ê Baso. Xalê Resîd wek em zanin hin sitran radîoya Rewanêde qedexebûn, destûr nedidan. Lê tu carekê çûy radîoyê û te sitraneke polîtîk ku li ser komkujîke Kurda, Kurdê Êzîdî hatîye gotin, got.

Serê Dellanê ne. . . Belê belê. . .

Belê xweş, gelo çawa destûr dane wê sitranê? Gelo ji lê fem nekirin? Gelo navê
axa û began têde tinebû lema?


Rastî ez jî nizanim û hêjî min fem nekirîyeku çawa destûr dane wê sitranê.

Basê ez xulam, ez jî zanimku orjînala wê sitranêde dibêje ‘Serê Êzdîyan û sofîmelê Celalîyane’. Ango ew sitran li ser serêkî navbera Kurdê êzdî û Kurdê Misilman (Esîr a Celalîyan) de, Qeza Qubînê (Bisêrî) li gundê Dellanêde çêbûye, hatî gotin. Lê te ew gotin guhestîye. Û te gotîye ‘Serê Êzdîyan û kafirê van Romîyan e’. Tu dikarî kerema xwe ji mere bêjî çima te waha guhest? Gelo hîgêve ji tere hîstên welat parêzî, millet perwerîyê hebûn?

Bawerke. . . Bawerke. . . Xadê jorê sehdeye, min her wext zanibû ku Kurdên rojekê hişyarbin, bibine yek. Navkokîyên olî û pirsgirêkê waha wê ortê rabin. Wek min ew sitran wisa bigota, ewjî îro dibû sedema bîrhanîneke navkokîya nava millet! Bawerke gelek sitranên wisa li ser dîn-mîn heneku ez zanim û min qet rojekê jî negotine. Ji bonaku navkokî nekeve nava millet. Ez birayê xwe ra wahajî bêjim; ez dimirim hûn dimînin. Azadîya Kurdajî ne dûre. Ez bawernakim êdî Kurd weke berê bi hevkevîn. Hevre bibine neyar. Hemî îro pirsgirêkê miqîm bela serê Kurdabûn nemane. Esîrtî, Din û Meseb, nizanim tistên wisa şikir nava me derket çû.

Belê, de ka ez hinekîjî te beherim xortanîya te û em bên li ser tistên berê. . .
Xalo can, te, em bêjin sitranên weke sitrana Felekê û herûha tistên edebî û xweş çêkirin. Lê te qet xortanîyê de sitranek li ser xalojin a Zilfo (Xanima wî) jî çêkir.

De ez çi zanim ezîzêmin. Me hîngê cihaltîyêde hewqas sitran li ser hev digotin ku. Digo;

‘Lawiko derê mala bavê minre neçe neyê, xapan meke.
Kumê te xware, rast meke
Ez hîvîya teme, min bîr meke’. . .
Daweta de me devkî govend digirt. Min digo, wê wedigerand, wê digo min
vedigerand, hêêê. . . Xazil li wan çaxanbe.

Xalo can tê bîrîya te ku, te li radîoyêde cara yekem kîjan sitran go û cara dawîyê
kîjan sitran go?


Bawerke, rastî mala xwedêye nayê bîrîya min. Ji berku ez vê dawîyê ve amelîyata xwede 5 saet a li bin kêrêde mam. Narkozêde mam. Lemajî gelek tist nayêne bîrîya min.

Xalê Resîd te destpêkêde Dengbêjên nû rexnekirin, ez rexnekirim, heyya bighê lawê xwejî raste rast rexnekir. Ewjî tistekî baseku, mirov dikare hin bersivên gelek reel, gelek rast ji te hilde. Û lazimeku kesjî ji te nexeyîde. Tu dikarî kerema xwe ji mere bibêjî, Dengbêjên hêla Sovyetistanê, ê ku dengê wan radîoya Rewanêde hene, ê tunene, kîjanîre dikarî dilekî rehet bibêjî ku; ‘Rastjî filan Dengbêj, Dengbêjekî bargiran bû. Rastîjî tam tam Dengbêj bû’. . .

Dengbêj serîda ez dikarim bibêjim Ahmed ê Sewês, Miraz ê Pîrazî, Neco ê Cemal, Yêvok me go Ermenîbû lê bas Kurmancî distira, ha Ordî Ordî Ordîxanê Kotê. . .

Ordîxan ê Kotê Kîjan Sitran digo xalo?

Ew sitrana tejî gotîye. Sitrana Sinegê ha Sinegê. . . Efo ê Esetjî Dengbêjekî jêhatîbû. Şero ê Biro bi serê te bawerke, tu ne Dengbêjbû. Qet sitran nizanibû. Lê seda wî zehf xwesbû. Ew Dengbêjên ku min jimart, zanibeku tam tam Dengbêjbûn.

Le Xalê Resîd xeyna van Dengbêjên bargiran, ê ku qet dengbêj nînbûn jî hebûn ku hatin Radîoyê dengê wan tecîlkirin, ne wisa? Weke îrojî ê wisa zehf hene nava Kurda da.

Waaa. . . Weylê mala te ava. Zehf îja Çiqas zehf. . . Qet ne Dengbêj bûn. . .

De başe, yek hate radîoyê dengê wî tecîlkirin (qeydkirin), lê jîyana xweda tenê
sîtranek zanibû. Ew kîbû?

Welleh bawerke nayê bîrîyamin. Lê ên wisa zehfbûn zehf. . .

Sitrana wî jî; (min jêre lorand) ‘Xisîmo gede, nezano gede’ (Wî û xanima xwe bi
ken hevdure gotin).

Waaa. . . Batalîk Batalîk ê Sîrîn. De ez kîderê rûniştama ew, eva Şiblî, Siblîyê Çaçan. Ewana dikaribûn ba li min dengbêjî bikirana. Herdû jî nuha saxin.

Lê Siblîyê Çaçan gelek sitranên xwe xwes hene tecilkirî. Bi xwejî xwarzîyê Sînê Eloye. Yekjî li ser xalê xwe gotîye ne wisa xalo.

Erê erê gelek gelek, gelek sitranên wî hene. Li ser xalê xwejî, li ser bavê xwe jî dibêje. Bavê wî jî, xalê wî jî hevre çûne serê navber a Ûris û Germande çêbû, û nehatine. Eva Batalîk jî pismamê Tîtal Muradovbû. Tîtaljî radîoya Komîtêde (radioya Rewanê) berpirsyarbû, wî hanî. Îrojî îsê wisa nabin? Hînge hin kes nava sûkê didîtin û digotinê; ‘Kuro sibê were em ji tere sitranekê tecîlbikin’. An jî digotin ‘ha evî wê rojê sahîya mala filankesêde bas distıra. Base were emê tera sitranekê tecilbikin’. Îja pistrejî rebenore digotin; ‘Kuro tuku hatî bi xwere cedekek pez, anjî ji gund rûn, penêr, sîr, mast, û herûha bîne bi xwere’. . . Lêêê ezîzê min. . . Ka xalê te ji tere sitrana Elîyo lawo jî bibêje. Bila ba te hebe.

Û destpêdikir:

Elîyo lawo dilêmin demane wîî wîî. . . Wî wî wî. . .
Ezê tixûbê sewitî dinêrim, cihê mexele, mexelê pezkûvîyane.
Ezê desta dinihêrim genimin, genim sorbûne simil dane.
Elîyo lawo ne mingo were neçe pêsîya Derwêsê Pîmûs.
Derwêsê Pîmûs mêrekî zorî bi zorbeye,
Wê te bikuje, cinazê teyê orta meydanê bimîne bê xwedî, bê xwedane
Wî wî wî. . . . Wî wî. . . . . .

Wey sihet xwes. . .

(Piştî wê sitrana xwes û dirêj me hinekî bi xalojin a Zilfo (xanima Resîdê Baso) re henek kir. Behsa ciwanîya wankir. Hin pirsê wisa taybet bi ser jîyana wan taybet û malbatî kir. Me gelekî bi henekî hewlda ku em serê herduya berdine hevudu. Lê bi ebanîya me nexapîyan pistre disa em hatin pirsan)
Belê xalo can, em hinekêjî behsa hunermend Dilovan bikin. Ji berku ne xerîbê ji vê malêye, lawê weye. . . Me 2-3 rojan berê li Kurdistan Tv de hunermend Dilovan temaşekir. Li wir go ez bin bandora bavê xwede mam bi tesira bavê xwe ez bûm hunermend. Bi vê gotina wîve tu sadibî, çi difikirî?

Kurê min, bila xwedê min qurbana te ke jî Dilovan ke jî

(Destê te radimûsim. Xulamê te me)

Xwedê bi werabe. Raste Dilovan sikir vê rojêre îro nava gelê xwede bûye hunermendekî mezin. Xwedî qedir û rûmete. Lê bawerke ber çavênme hê weke zarokaye. Qet wextekê zar ber çavên dê û bavên xwe mezin nabin. Ewî ku televîzyonêde wisa go, çavênmin, kelamin tijebû û ez rabûm, min televîzyonêde enîya wî maçîkir. Xadê we ji afata biparêze lawo. . .

Base, Dilovan çawa dest bi hunerkir, tê bîrîya we? We desta girt, bire dibistaneke
muzîkê an na?


Bawerbike na. Me tu alîkarîk nedayê. Ne dibistan nejî qet. Saz jî bi xwe xwe xwere
kirî. (Jin û mêr bi hevudure gotin)

Hema heya êvarê çinge çinga wibû. Wisajî bû hunermend.

Xalo can radîoya Rewanêde rews çawabû. Em bêjin besa Kurdî mirov dikare bêje ku Kurda bi serêxwe dikaribûn çand û hunera xwe wê radîoyêde bimesandana. An tesîreke Ermenîya, zordarîyeke Ermenîya li ser radîoya komîtê çêdibû?

Na na mirov ji bo xwedê bêje. Camêran rojekê mere negotineku hûn xerîbin, an mahacirîn, an ev dera welatê we nîne. Na na na. . . De heya bighîyê doktorên me, profesorên me hebûn. Bi kinîska (nasname) Kurdîve. Ê weke Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Erebê Semo û herûha. . . .

Te bi xwejî Hecîyê Cindî dîtibû xalo can?

Peyîîî. . . . Çawa, min zehf zehf lê dîtîye. Hecîyê Cindî, Emînê Evdal. Ez û bavê xwe em miqîm diçûne mala Erebê Semo. Min li wir (mala E. Semo) Xalitê Çeto, Rustemê Sîyabend wan gelek gelek kesên pêşketî dîtine. Seîdê Îbo ê rehmetî jî min dîtîye. Gelek navekî bas li serbû rehmetîye Seîdê Îbo.. .

Xalê Resîd Hayastanê, em bêjin sahîyekku çêbibîya, hemî herkesek nas û dostên xwe dewet dike helbet. Xeyna wêjî taybet disandin pey dengbêjekî an na?

Na, luzumî çênedibû. Ji berku hîngê millet gi bi ba hevbû. Jîyaneke civatî hebû. Şahîyekêde em dikarin bêjin çend Dengbêj dahatin li ba hev. Lemajî taybet ne lazimbû ku Dengbêjekê dawetbikin.
Hemî ew Dengbêjênku dengê wan radioyêde hene, gelek gelek şahîyan de dahatine ba li hev.

Balamin tistek diksîne xalê Resîd. Ewjî, hun hêla ewn û edetande çawa welat çûne, wisa jî mane. Ez dikarim bêjim, reqs, govend, sên, sahî çi hebe, min bajarê Qersê çawa dîtîye, her wisajî min Rewanê dîtîye. Anjî li ba Kurdên Ermenîstanê dîtîye. Meriv dikare bêjeku we xwe bas parastîye. Lê tistek heye ku cudaye. Ewjî em bêjin li Serhedê dengbêjku dikevine pêsîra hevudu, yek dibê diqedîne û îsmar dikê ê dinê pasê ê dinê dibêje. An jî caranjî tenê yek dibê ê dine xwera guhdar dikin, heya ewî têra dilê xwe go û sekinî. Lê ba we yekê he malek neqedandîye, ê dine dest bi mala duda dike, çima gelo? Ji mere zehf ne xwes tê. Weke bê hurmetîkê çêdibe!

Rastî mala xwedê ew usila me, qet minjî xwes nayê. Gelek cara min rexnejî kirîye.
Lê hemî wisa nînbûn. Tenê evî rehmetîyê Qarapêtê Xaço qet sebir nedikir. Hê maleka sitranê devê mirovdabû ew dikete nav. Dibên qarapêtê Xaço zehf zane, lê dengbêjekî Ermenîyê Suryê hatibûn hebû, ji gundê xaçax. Navê wî Îsraîlbû. Rehmet dînê wîbe. Sitraneke wî zehf bas jî ba min heye. Ew ji bo Qarabêt digo; ‘kuro eva ne sagirtê berdestê minbû’. . . Çi bêjim çi bêjim. . . .

Belê xalo can, ez bi gorî, ez bi xulam, hezar pirs hê hene ku ez dixwazim ji te bipirsim. Tê bîrîyate ku Rewanê mala we da 4 roj 4 şevan ez li ba te ranebûm û min hewqas pirs ji tekir? Nuha jî ez dixwazim gelek gelek pirsan bikim. Lê mixabin ez naxwazim zehf te biwestînim. Zehf zehmet bidime te. Ez dibêjim bila xwedê sihet û qewetê bide te, bide xalojina Zilfo. Gotinên te yên dawîyê çi heye ku tu ji me re, ji kê ku ev hevpeyvîn temaşekir, guhdarkir an jî xwend wan re bêjî? Dunyaye xalo can insan îro heye, sibê tune. Bila bibe wek materyalekê ji bo bîranîna te.

Tu li ser serêmin hatibî birayêmin. Mêvanên mîna te bila li ser ser û li ser çevên min bên. Gotina min ewe ku; bila ser tinebe, dew û doz tunebin. Bila millet bi hevre weke bira bijîn. Çevnebarî tunebe. Bila egerku Derwês xortekî base lazime ez alîkarîyê ji pêre bikim, neku çevnebarîyê. Milletême, cimaetame lazime alîkar û xêyrxwazê hevbin. Navkokîyên hêsa û piçûk bila nava millet rabe. Rastî mala xwedê ji bo min kuderê hebejî Kurd Kurde, çi êzdî, çi misilman.


Em bêjin baweryamin a mine. Ez êzdîme, heya ber perê ezmana (Asûman) jî mêlamin (Mêyîl) li ser êzdîtîyêye. Lê ew yek bawerîyê. Milletî tistekî dine. Em Kurdin, zimanê me yeke, em yekin. Ez tifaq û itifaqa Kurd û Kurdistanîya dixwazim. Hûn careke din ser çevên minre hatibin lawo. Xwadê oxira werabe. Ez zehf zehf Derwês ê kurê birê xwe razîme. Her wext ji bo min zehmet diksîne. Min qet wextekê bîrnake. Ezê Sêyx Sems hêvîbikim bila kevir li ber lingê wî bibe penêr. Rêya wî timê ya keskbe, vekirîbe. Û bila sala teze (2006) jî ji xêyr û silametî li ser weda bê. Xêyr û silametî li ser milletê meda bê. Bibe sala serkeftinê. Xadê alîkarê webe. . . .

(Em bi hevre zivirîn û me kamerayê nihêrî, me bi hevra go kê ku me temaşekir
xatirê we hemîya. . . .


Lê sed mixabin me wê rojê ku zanibûku Dengbêjê bargiran ji bo seva 12. 04. 2006 soz daye milkemot (Ezraîl) û lemajî raste rast xatirê xwe ji me hemîyan dixwaze. . . Belê min ev hevpeyvîna çend rojan berî sala nû kisandibû bi kamerayê. Du rojan berî îrojî min destpêkirbûku wê hevpeyvînê wergeînim li ser nivîsê. Du roje ew kaset pêsmin dizvire û ez lê dinêrim. Û sed mixabin, sed mixabin serê vê siba 13. 04. 2006 an ji hunermend Dilovan destebirakêmin, dostê minî bê hempa telefoneke, xebereke nebxêrîye hat. Û digo Dengbêjê dengxos ji vê dunya derewîn barkir. Bila serê gelê Kurd xweş be. Bila serê hezkirîyên wî, guhdarên wî xwesbe. Bila serê malbata wî, zarîyên wî û herûhajî serê Hunermend Dilovan xweş be. . . )

Heypeyivîn : Derwês Serhedî


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder