8 Nisan 2017 Cumartesi

Di derheqê Pişîka Pencûrek de

Pencerûk gundekî girêdayî Xamûr'a Agiriyê ye. Gund di nabeyna gundên Malxas, Xididok, Xano û Şêrwêran de ye. Gundê Pencerûk cihekî zef bilind nîne. Lê belê, dema ku  meriv derdikeve çiyayên li hemberî gund, him çiyayê Agirî, him çiyayê Kosedaxê, him bajarê Agirî û him jî navçeya Xamûrê dibîne. Dema mirov çiyayên li dev û dora Pencûrekê dixe bin piyên xwe, mîna teyrekî li asîman her derê dibîne; Aliyekî de avahiyên bilind ên bajarê Agiriyê silavê didene mirovan, aliyekî de Agiriya ku serê xwe xistiye nav asîmanan, aliyekî de Kosedaxa ku berfa wê kêm caran kêm dibe, aliyekî de çiyayên Sêgara yên ku hezar cure çêre û mêwê lê şîn dibin, aliyekî de rast û bestên kesk û şîn, aliyekî de çem û çavkaniyên ku xuşe xuşa ava wan ji dehan kîlometrêyan bi dûr ve tê bihîstin, tev tên kivşê.


Gundê Pencerûk ê ku bi xwezaya xwe ya xweş û ciyê xwe yê rast ve tê naskirin, navê xwe ji ajaleke wundabûyî, ji Pişîka Pencerûk hildaye.
Tê gotin ku sedan salan berê, li dev û dora gundê Pencerûk lawirek hebûye ku, êvaran êrîşî siwarê hespan kiriye. Sed sal beriya vê, ji gundê Qerewil a cîranê Pencerûk kesê bi navê Elê, şêst sal piştî bûyera Elê jî, ji gundê Axadevê Mezin kesê bi navê Zekî Karaoğlan Pişîka Pencerûk dibînin; Li gorî gotina Elê û Zekî Karaoğlan ji zarok û nebiyên xwe re gotine; Pişîka Pencerûk him dişibe Kurebeşkê, him dişibe Werşeqê û him jî dişibe Tejiyan. Nenûkên wê wek yê Kurebeşkê dirêj, her nenûkeke wê bi qasî pêçiyeke mirovan bûye, bejna wê mîna ya Tejiyan û bi xwe jî dirûva wê jî mîna ya Werşeqê bûye.

Beriya ku vê dawiyê de, hê kesekî/ê Pişîka Pencerûk nedîtiye, hin caran êvaran êrîşî siwarên hespan kiriye û siwar felç (falinc) bûne. Dema xizmên wan, yan gundî li bedana kesên felcbûyî nihêrîne, di bedena wan de şopên pencên kûr dîtine, lê nizanibûne ku çi hatiye serê ew kesê/a felcbûyî, yan lawireke çawa êrîşî wî/ê kesî/ê kiriye û çi aniye serê wî/ê ku felc bûye? Hin kesan gotine "ew çi êrîşî vî/ê kiribe sêhr û efsûneke wê heye", hin kesan jî gotine "tiştek derketiye hemberê, ji tirsana felc bûye". Heya ku roja ku Elê Pişîka Pencerûk dibîne, herkes tiştekî dibêje.

Sed sal beriya vê, êvareke tavehîv ji gundê Qerewil, Elê Ok bi hespê ve ber bi gundê Kopqiranê Eceman ê li ber bajarê Agirî diçe. Dema Elê tê ber gundê Pencerûk, dibîne ku lawirek dixe qîje qîj û ber bi wî tê ku êrîş bikê. Bi hatina wê re, Elê sîleha (yan jî mawzer) xwe hildide û çend guleyan berdidê û dikuje. Lawirê kuştî hildide dibe gundê xwe, lê heya wê rojê pir kêm kesan ew lawiran dîtiye. Ji gund, hin jinên pîr dibêjin "ev Pişîka Pencerûk e".

Tê gotin ku beriya wê bûyerê jî ev pişîka li dev û dora gundê Pencerûkê îroyîn hebûye, lewma dema gundê Pencerûk ava dibe (60-70 sal berê) navê gund danîne Pencerûk. Lê piştî wê, bi qasî şêst, heftê salî ew pişîka li wê herêmê nayê dîtin. Lewma dema Elê Pişîka Pencerûkê dikuje, ji xêncî çend pîran, kesekî/ê nizanibûye ew kîjan lawir e?

Piştî ku Elê yê ji gundê Qerewil Pişîka Pencerûk dikuje, şêst-heftê salî tu kesek Pencerûkê li herêmê nabîne. Rojekê ji gundê Axadevê Mezin, Zekî Karaoğlan bi traktora xwe ve jinan dibe ser çem, cil û xalîçeyan bişon. Ramorka traktorê tijî jin, tijî cil û xalîçe dikin, saet çarê esirê ye. Dema têne nabeyna gundê Malxas û Axadevê Mezin, ji nişka Pişîka Pencerûk xwe davêje ser Zekî Karaoğlanê ku traktorê dajo. Pişîka Pencerûk û Zekî Karağlan ve hevudu dibin û tînin, di dawiyê de Zekî Karaoğlan birîndar dike û direve. Zekî Karaoğlan felc dibe û pênc mehan felcbûyî dimîne û paşê pak dibe. Îro jî ji gundê Axadevê Mezin herkes wê bûyera êrîşkirina Pişîka Pencerûk dizane û tim qala wê dike.

Yek ji wan jî, Enîs Ataş ê (Enisê Mele Mistefa) hevalê min e ku, bav-dê û kal û pîrên wî tim ji wan re qala Pişîka Pencerûkê kirine, ew jî min re qala wê dike.

Hin kes dibêjin "Pişîka Pencerûk ji ber meraqa xwe, xwe davîte ser hespan", hin kes jî dibêjin "lawireke êrîşkar bû, lewma êrîşî siwaran dikir."


Nîhat Öner
08.04.2017

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder