1 Nisan 2017 Cumartesi

Axiriya me bibe ya Ûsê Memo

Li Serhedê dema kal û pîr di derbarê xwe de biaxivin, yan jî dema ji dahatûya xwe bitirsin, dibêjin "xwedê axiriya me têxe axiriya Ûsê Memo". Gelo Ûsê Memo kî ye û ew axiriya wî ya ku kal û pîrên kurdan dilê xwe davêjinê çi ye? Ezê di vê nivîsê de qala Ûsê Memo û serpêhatiya wî bikim.



Ûsê Memo kesekî ji gundê Qerehaciliya Îdirê ye û ji êla Azîziyan e. Ûsê Memo dibe şêst salî, lê kurên wî çênabin. Bira û biraziyên wî dibêjin:
- Ziryeta (zarok) Ûso çênebû, yê bimire, malê wî zef e, emê malê wî bixwin.

Bira û biraziyên wî tim wusa dibêjin, jina Ûsê Memo ser hisehisa dikeve ku tî û zarokên tiyên wî wusa dibêjin, gelekî zora jinikê diçe. Du qîzên jinikê û Ûsê Memo ve hebûne, jinik diçe cem mêrê xwe û dibêje:
- Ûsê, ezê qîzeke xwe te re têxime berdêlî, te re jinikê bibînim, te bizewicînim, bira kurên te çêbin, kes malê te nexwe.

Ûsê Memo dibêje:
- Heyran, ezî hatime şêstê xwe. Ne qîza min têxe berdêlî ne jî serê qîza xelqê bişewitîne. Êdî me derbas bû.

Ûsê Memo dike nake, jina xwe nikare. Jina wî gund gund digere, mêrê xwe Ûsê Memo re qîzekê dibîne, qîzeke xwe bi wê re berdêlî dike, jinikê hildide Ûsê Memo re tîne.

Ûsê Memo jina teze tîne, salek derbas dibe, jê re ji jina biçûk kurek dibe. Jina biçûk di nava çend salan de pênc kuran tîne. Jina mezin ya ku du qîzên wê hebûne, yekê dixe berdêlî û mêrê dizewicîne jî bi wê pîrbûna xwe ve ducanî dibe, du kurên cêwî tîne. Ûsê Memo piştî şêst saliya xwe, dibe bavê heft kuran. Kurekî wî di biçûktiya xwe de dimire, dimîne şeş kur.

Îja bextiyarî û sihûdiya Ûsê Memo bi wê ve jî namîne; herkes hêviyê ye ku Ûsê Memo bimire, diranên wî gişt ji nû ve derdikevin. Ûsê Memo yê ku bi wî kalbûna xwe ve diranên wî ji nû ve derdikevin, temenekî gelekî dirêj dijî. Lewma kal û pîrên me dibêjin "Xwedê axiriya me têxe ya Ûsê Memo".

Navê şeş kurên Ûsê Memo;

Gemo,
Şeo,
Mûso,
Feqî Evdî,
Nado,
Koço.

Roja îroyîn nebî, nebîçirk û nebîçirçirkên Ûsê Memo belavî çar gundan bûne;

Gemo diçe Erdîşê Çelebîbaxê,
Mûso, Feqî Evdî ve diçine Gomika Mûşê, îro dibêjin "Gomika Azîzan",
Şeo diçe Bazîdê gundê Berberê,
Nado, Koço ve jî diçine Erziromê gundê Midirge.

Em werin têkiliya min bi Ûsê Memo re;

Feqî Siltoyê bavê diya min, kurê nebiyê Ûsê Memo ye; Feqî Silto > Feto > Şeo > Ûsê Memo > Memo > Edo > Miho > Izêr.

Sala 2002 an de, ez salekê li Stenbolê xebitîm, vegeriyame Agiriyê û min bi qezenca xwe ya salekê ve diranên diya xwe da çêkirinê. Wî çaxî diya min keniya û got:
- Wekî ez Ûsê Memoyê kalikê xwe biçûma, niha te evqas pere nedida diranan.

Şîrê spî da me, me re porê xwe spî kir, jê xweş helal be.


Çavkaniya nivîsê; Hecî Hesenê Feqî Siltoyê Fetoyê Şeoyê Ûsêyê Memoyê Edoyê Mihoyê Izêr.



Nîhat Öner
02.04.2017

têkilî;  rewan004@hotmail.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder