25 Mart 2017 Cumartesi

PAKê Îhsan Nûrî Paşa bibîr anî

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi helkfefta 41emîn salvegera wefeta Îhsan Nûrî Paşa ew bibîr anî.

PAKê bi boneya salvegera Îhsan Nûrî Paşa daxuyaniyekê da û ragihand Îhsan Nûrî Paşa rêberekî miletê Kurd û Kurdistanê bû.

PAKê destnîşan kir ku Îhsan Nûrî Paşa general û rêberê leşkerî yê serhildana Çiyayê Agirî û ji endamên damezrînerên Xoybûnê bû.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îhsan Nûrî Paşa di jiyana xwe de ji bo Kurd û Kurdistanê tekoşîn kir. Ew ji beriya 41 salan wek îro koça dawî kir û ket nav refên şehîdên Kurdistanê. Em Îhsan Nûrî Paşa di salvegera koça wî ya dawî ya 41ê de bi giramî bibîrtînin.”

Îhsan Nûrî Paşa di sala 1893ê li Bedlîsê jidayîk bûye û 25ê Adarê 1976 li Tehrana paytexta Îranê bi rûdaneka tirombêlê çû ber dilovaniya Xwedê.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder