1 Ekim 2015 Perşembe

'Me hestiyên miriyên xwe bi bêrê dan hev û veşartin'

Şahidê Komkujiya Zîlanê Alî Kiliç ê 111 salî got, "Di Komkujiya Zîlanê de 30 hezar kes hatin kuştin. Tevî ku 85 sal di ser re derbas bûye jî ez wan rojan qet ji bîr nakim. Berî ku em cenazeyên xwe veşêrtin, me ew der terikandin."


WAN / ANF - OKTAY CANDEMÎR

Şahidê Komkujiya Zîlanê Alî Kiliç ê 111 salî got, "Di Komkujiya Zîlanê de 30 hezar kes hatin kuştin. Tevî ku 85 sal di ser re derbas bûye jî ez wan rojan qet ji bîr nakim. Berî ku em cenazeyên xwe veşêrtin, me ew der terikandin. 6-7 piştî komkujiyê dema em vegeriyan, hestî hînê li erdê bûn. Me hestiyên xwe bi bêrê dan hev û veşartin."

Şahidê Komkujiya Zîlanê Alî Kiliç ku niha 111 salî ye got, "Komkujiyeke gelekî mezin hat kirin. Min dît ku hin zarokên biçûk pêsîra dayikên xwe yên miribûn dimêt. Jiyana min bû kabûs."

Komkujiya Zîlanê ku yek ji mezintirîn komkujiyên di dîroka Komarê de li hemberî Kurdan hatiye kirin e, di sala 1930 de pêk hat. Di vê komkujiya ku di 13'ê Tîrmeha sala 1930 de li dijî Raperîna Agirî hat kirin de, li dijî Kurdan sûcên herî giran hatin kirin. Ji pitikê di zikê dayikê de heta extiyaran, mirovên herêmê bi xwînxwarı hatin qetilkirin. Li gorî hejmarên fermî li Zîlanê 15 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ji şahidên komkujiya Zîlanê Alî Kiliç ê li Wanê dijî, emrê wî ji zûdeyî 100 derbas kiriye û bûyerên di wan rojan de bi serê wan de hatin, ji ANF'ê re vegot.

'JIN, EXTIYAR, ZAROK HER KES DIKUŞTIN'

Alî Kiliç anî ziman ku dema komkujiyê rû da ew 26 salî bû û diyar kir ku di Tîrmeha sala 1930 de 3 hezar leşker ketine gundê wan ê bi navê Boynûzlû. Kiliç da zanîn ku leşkeran di destpêkê de gule li her derê reşandin, dûre hemû gundî li meydana gund kom kirin û ew kuştin. Kiliç got, "Gule li gundiyan hatin reşandin. Me jî ber bi çiyê ve baz dan. Yekîneya leşkerî ji aliyê fermandarekî bi navê Dervîş Bey ve dihat birêvebirin. Bi hinceta 'qaçaxçitiyê' ketin nava gundan. Serê hin gundiyan jî jê kirin. Em çûn Patnosê, li wir xela hebû. Li ser serê her gundiyekî 3 leşker hatibûn çikandin. Me nan jî nedidît. 9 xizmên min kuştin. Komkujiyek kirin. Jin, zarok, extiyar her kes kuştin."

'ME HESTIYÊN XWE BI BÊRÊ DAN HEV Û VEŞARTIN'

Kiliç anî ziman ku di dema komkujiyê de pitikên biçûk pêsîra dayikên xwe yên mirî dimêtin û birîndarê sax jî bi sirgûyan hatin kuştin. Kiliç axaftina xwe bi van gotinan dewam kir: "Di Komkujiya Zîlanê de 30 hezar kes hatin kuştin. Tevî ku 85 sal di ser re derbas bûye jî ez wan rojan qet ji bîr nakim. Berî ku em cenazeyên xwe veşêrtin, me ew der terikandin. 6-7 piştî komkujiyê dema em vegeriyan, hestî hînê li erdê bûn. Me hestiyên xwe bi bêrê dan hev û veşartin."

'AFGAN LI GUNDÊ ME BI CIH KIRIN'

Kiliç da xuyakirin ku gundê Ûlûpamîr ê ku berî Komkujiya Zîlanê ew li wir dijiya, cihekî şênkahî bû, her der kaniyên avê bûn û diyar kir, ku piştre Afgan li gundê wan hatine bicihkirin.

Kiliç ragihand ku mirovên ji komkujiyê bi saxî filitîn li çar aliyên welêt belav bûn û destnîşan kir, ku her çend 85 sal jî di ser re derbas bûye, îro jî hînê tiştek neguheriye. Kiliç got, "Tevî ewqas tiştên bi serê me de hatin anîn jî, ez dîsa bawerim ku em hînê bira ne û aştî wê were vî welatî. Serokkomar Erdogan, tevî pêvajoya çareseriyê jî îro dest bi kuştina Kurdan kir. Bi balafiran mirov tên qetilkirin. Bendewariya min ji Serokkomar Erdogan ewe ku ji nû ve li pêvajoya çareseriyê vegere. Min di dîroka Komarê de ji du serokwezîran hez kir. Vana jî Menderes û Tûrgût Ozal in. Yên li çiyê, leşker, polîs hemû zarokên me ne. Vê zilmê çima li me dikin? Nabe bira bira bikuje."

'KOMKUJÎ JI ALIYÊ ÎSMET ÎNONU VE DIHATIN ORGANÎZEKIRIN'

Kiliç da xuyakirin ku wî li Enqereyê leşkerî kir û gelek caran Mûstafa Kemal dît. Kiliç destnîşan kir ku hemû komkujiyên li Kurdistanê ji aliyê Îsmet Înonu ve hatine organîzekirin.













Hiç yorum yok:

Yorum Gönder