22 Ağustos 2015 Cumartesi

Emê çawa bi hev re bijîn?

Hefteya borî min bi malbata yek ji Şervanên Agiriyê Elo Beşo re hevpeyvîn çêkir.  Wekî tê zanîn ji vê malbatê 75-80 kes di dawiya Serhildana Agiriyê de hatiye qetilkirin; Malbat li gundê Erhaciya Ziyaratê ya bi ser Îdirê ve hatiye qetilkirin. Ji eşîra Sakan, bereka Mamedkan Mala Kando, 75-80 kes, li rasta Erhaciyê hatine kuştin û ew bi komî li wê derê hatine çalkirin. Gelê herêmê, ji vê komkujiyê re dibêje 'Qirkirina Mamedkan' an jî 'Qirkirina Mala Kando'.



Elo Beşo jî kesekî ji vê malbatê ye. Piştî ku malbata wî wusa bi hovîtî tê qetilkirin, li ser qereqolên Çemê Çeto, Zixçî û çend hebin din de digire û bi sedan eskerên tirk dikuje. Di dawiyê de Dewleta Tirk jina Elo Beşo, Hacêrê û kurên wî Hesen û Nadir ve dîl digire û ji Elo Beşo re agahiyê dişînin dibêjin 'heger tu teslîm nebî, em ê jina te zarokên te bikujin' Elo Beşo mecbûr dîmîne û diçe teslîmî Qereqola Horgofê dibe. Piştî ku Elo Beşo teslîm dibe, jina wî û zarokên wî ve berdidin. Paşê Elo Beşo dibine Kela Bazîdê û li wê derê serê wî jêdikin û wî dikujin. Gundiyên Tendûrêkê (Gundê Nacî Kutlay) vê bûyerê bi çavê xwe ve dibînin.

Ez werim mijara xwe, wexta min li Agiriyê bi malbata Elo Beşo re xeberdida, gotin 'Merzelê Hacera jina Elo Beşo û kurên wî Hesen û Nadir ve li Agiriyê ne' Min jî ji wan xwest ku min bibine goristanê û ez wêneyê gorên wan bikişînim.

Em li erebeya kekê Salih Altan siwar bûn û me berê xwe da Goristana Kopqiranê Eceman. Kopqiranê Eceman, heta du sal beriya vê gund bû, du sal beriya vê bû taxeke Agiriyê û navê wê jî kirin Yenî Mahalle (Taxa Nû). Ev gund, gundê Tirkan e, Dewleta Tirk 60-70 sal beriya vê ew ji Asyayê anîne û kirine vî gundî. Ev bîst sal e gelek Kurd jî ketine gund û gund niha nîvî Kurd û nîvî Tirk e.

Ez bi kekê Salih û kekê wî Aydin ve em çûne goristanê, wexta ku me çawa ku xwe gihande goristanê, min dît ku di nava goristanê re sûreke zirav û dirêj kişandine û goristan kirine du goristanan. Di serî de min nexwest ez tiştên nebaş bînim hişê xwe, min got dibe ku ew Şîî bin, ji ber ku Azeriyên vê heremê, bi piranî şîî  ne. Min got dibe ku ew şîî bin û baweriyên wan yên cûda hebin. Ez dîsa fikirîm, min got 'ne ev Azerî nîn in, Tirk in.' Min ji kekê Salih pirsî:

- Ev sûra çiye ku goristan kiriye du beşan?

Min dizanibû bersiv çiye, ji ber ku em zarokên vê axê ne, temenê min sî ye û min ew baş naskirine. Ez dizanim ku mêvan, di mala xwediyê malê de xwedî naxwaze.

Kekê Salih got:

- Sûra çiya bira, Ecem* dibêjin 'bila miriyên me ji hev cûda bin' Bi kurtasî meriv bêje, mêrikan tehemûlî miriyên me jî nakin. Ne niha, ew ji berê berê de tehemûlî tu tiştekî me nakin, lê ez nizanim Kurd çima li peyê biratiya van dikevin?

Bi rastî ez jî nizanim, li herêma me çend gundên wan, bi qasî du gundên Kurdan hejmara wan nîne, lê dîsa jî qet ji Kurdan heznakin û tim û tim vê dijmintiya xwe tînin ziman. Ne ji Kurdan qîzan dixwazin û ne jî qîzan didin Kurdan. Digotin berê wexta ku Kurd hin nehatibûn vî gundî, an jî pir kêmbûn, yekî ji Kopqiranê Eceman erdê xwe bifirota Kurdekî, giş li hev diciviyan û ew kesa dikutan û bi wî re xebernedidan.

Bi kurtasî; ew ji Kurdan re dibêjin 'Cudaxwaz', lê wana em zûde ji her tiştê xwe cûda kirine. Erdê me dişêlînin, keda me dixwin, me dikin eskerê xwe, bacê ji me distînin, zilma ku kafir li kafir nake li me dikin, lê dîsa jî me naxwazin.

Wekî em bi çavê serê xwe ve jî dibînin, miriyên me naxwazin, ka zindiyê çawa bi hev re bijîn?

Ecem: Li Agiriyê ji Azerî, Terekeme, Qarapapax û Tirkan re bi giştî dibêjin 'Ecem'

22.08.2015

Bavê Avşîn










Hiç yorum yok:

Yorum Gönder