8 Ocak 2015 Perşembe

Leşkeran diwarê goristan diparast xira kirin

(DÎHA) – Li navçeya Erdîşê diwarê Goristana Ada Xeybê ya gorên bi hezaran kesên di 1930’an de li geliyê Zilanê hatin qetilkirin hene ji aliyê leşkeran ve hate xirakirin.


Li navçeya Erdîşê ya Wanê leşkeran diwarê Goristana Ada Xeybê ya gorên bi hezaran kesên di 1930’an de li geliyê Zilanê hatin qetilkirin hene xirakirin. Diwarê goristanê ji aliyê gelê herêmê ve ji bo goristanê biparêze havînê hatibû çêkirin. Leşkerên ku di 4’ê çileyê de pevçûna navbera malbata Gulen de derket kirin hincet û li gund bi cih bûn îro serê sibehê bi kepçeyên ku anîbûn diwarê goristanê xira kirin. Gelê Erdîşê ku vê yekê êrîş ali hemberî nirxên xwe dinirxînin diherikin gund.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder