8 Ocak 2015 Perşembe

‘Komkujiya Zîlanê berê wî da çiya’

(DÎHA) - Bavê endamê PKK'ê Eyup Çetîn (Reşo) ê ku di salên 1990'an de tevlî PKK'ê bû û di sala 1994'an de li Çiyayê Tendurekê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da Ahmet Çetîn diyar kir ku kurê wî Komkujiya Zîlan a li hemberî gelê kurd pêk hat ji bîr nekir û êşa dilê xwe bi tevlîbûna PKK'ê kewand.


Li navçeya Erdîşa Wanê endamê PKK'ê Eyup Çetîn (Reşo) ê ku di salên 1990'an de tevlî PKK'ê bû û di sala 1994'an de li Çiyayê Tendurekê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Bavê wî Ahmet Çetîn diyar kir ku kurê wî Komkujiya Zîlan a li hemberî gelê kurd pêk hat ji bîr nekir û êşa dilê xwe bi tevlîbûna PKK'ê kewand. Bav Çetîn ê di sala 1930'an de di komkujiya Zîlanê de gelek xizmên xwe winda kirin anî ziman ku kurê wî qêrîna Zîlanê ye. Çetîn destnîşan kir ku kurê wî bi êşa geliyê Zîlan re 5 zarokên xwe hiştin û tevlî nav refên PKK'ê bû.

Bav Çetîn di nava cihên xwe yên nexweş de bi hêstirên çavan qala komkujiya geliyê Zîlan û piştî wê kir û ev tişt gotin: "Piştî komkujiya geliyê Zîlan tu rêbazên zext û îşkenceyê neman li me nekirin. Piştî komkujiyê em hatin li Erdîşê bi cih bûn, me got em ê ji niha şûnde bi rehetî bijîn, êşên me her ku çû zêde bûn. Kurê min Reşo êşa geliyê Zîlan ji bîr nekir. Me ji bîr nekir. Tu gelê kurd ê bi rûmet ji bîr nekir."

‘Tenê xeyalê wî Kurdistanek azad bû’ 

Çetîn diyar kir ku kurê wî di zarokatî û ciwantiya xwe de şahîdiya zextên dewletê kir, "Reşo bû şahîdê hemû zextên dewletê. Tu demê serî li ber zordestiyê nedanî û teslîm nebû. Reşo ji bo êşa dilê xwe rawestîne 5 zarok û hevjîna xwe hişt tevlî nav refên PKK'ê bû. Tenê xeyalê wî Kurdistanek azad bû, kurê min ji bo jiyanek azad û bi rûmet jiyana xwe ji dest da.

‘Zextên dewletê her ku çû zêde bûn’ 

Bav Çetîn anî ziman ku piştî kurê wî tevlî PKK'ê bû tim polîsan li ser mala wan de digrit. Çetîn bilêv kir ku polîsan dema di ser mala me de digirt tevî zarokan em azar dikirin, li me bêmafî û ji bo me dijûn dikirin. Hêza wan ji bo Reşo tunebû dihatin hêrsa xwe ji me digirtin. Kurdên ku wê demê sîxuriya dewletê jî dikirin wê demê li me temaşe dikir û bi wan kiryaran keyfxweş dibûn.

'Hêvî dikir ku Reşo wê demekê derkeve were'

Birayê endamê PKK'ê Eyup Çetîn, Zîver Çetîn diyar kir ku wî rûkeniya birayê xwe ji bîr nekiriye. Çetîn anî ziman ku ew bi rûkeniya birayê xwe mezin bûne. Herdem me hêvî dikir ku wê Reşo ji cihekê derkeve were. Lê belê di ser de 20 sal çûn îro xebera mirina Reşo hat.




Hiç yorum yok:

Yorum Gönder