28 Eylül 2014 Pazar

Şahidiya Serhildana Agirî, Xalê Nadir û Şener Şen

Nadir, di 1992’yan de li Gundê Kanîya Dizê (Bekranî) yê bi ser Îdirê ve jidayik dibe. Di 20 saliya xwe de gundê wan û gelek gundê eşîra wan (Redkî) ji alî leşkeran ve tê şewitandin û beşeke eşîra Redkî koçî 29 gundên Mûşê dikin. Malbata Nadir jî koçî Gundê Fenek ê Milazgira Mûşê dikin. Lê vê carê ji ber xwînneyartiyê koçî Manisayê dikin. Di jiyana Nadirê 102 salî de, li gel xizanî, koçberî û qetlîaman Şener Şen jî xwedî cihekî taybet e.


Di heyama berdewama Serhildana Agirî ku şerê ku bi dijwarî dom dikir de rojekê leşker diavêjin ser gundê wan û bi angaşta ku alîkariya serhildêran dikin gundê wan tê şewitandin. Xalê Nadir ê ku şahidiya destpêk û têkçûna Serhildana Agirî kiriye wiha dibêje: “Zar û zêç, herkes xistin şkeftan û bi çekên otomatîk ew gulebaran dikirin. Ew şkeft hê jî tijî hestî ne. Biçin, hunê jî bibînin. Ji frokeyan bizmar diavêtin ser serhildêranb.” Xalê Nadir dide zanîn ku wî bi çavên xwe ew sosretan dîtiye. Rojekê froke bi ser gund ve firiyane. Wî jî ji nobedarê gund re gotiye, ‘Gelo ev froke diçine ku?’ Nobedarê gund ji wî re gotiye, ‘Ev froke diçin Geliyê Zîlan bombebaran dikin’. Xalê Nadir dijwariya ku li ser şêniyê Agiriyê tê pêkanîn wiha dom dike: Zar û zêç û jin û mêr hemû gel xwe avêt şkeftan. Dewletê devê şkeftan bi taht û zinaran girtin. Di encamê de hemû ew kesên di şkeftan de asê mabûn ji tî û birçîbûnê mirin. Ew şkeft bi hestiyên wan tijî ne.”



Xalê Nadir, ji ber xwînneyariyê ji Mûşê koç dike û diçe Akhisara navçeya Manisayê lê hê jî ew rojên dijwar ji bîr nekirine. Wiha vedibêje: “Rojekê Broyê Heskê Têliyê ku Serhildana Agiriyê dabû destpêkirin hate gundê me û bi bavê min re dest bi pêşbirka gule berdanê kirin. Erê, bavê min ji wî baştir gule li hedefan xist lê dotira rojê di bin kumandariya Delû Kelam de gellek leşker hatin ûavêtin ser gundê me û bi sedema ku me serhildêr hewandiye gundê me şewitandin.”

Piştî vê bûyerê bavê Nadir bi lez û bez zarokên xwe hildigire û ji wir koçî gundekî Mezgîra Mûşê dike. Serhildêrên wek Seyîdxan û Alîcan ku pêtên dawî yên Serhildana Agirî didomînin li gel rêhevalên xwe têne gundê Fenekê yê bi ser Mûşê ve bicîh dibin û xwe li wî gundî vedişêrin. Lê belê Delû Kelam yekîneya wî ya seyar a cendirme li dû şopa wan e. Li vê derê jî malbata Nadir rastî zextên Delû Kemal tên. Xal û Apên Nadir ji alî leşkerên wî ve bi daran têne kuştin. Xalê Nadir, di derbarê xizmên xwe yên ku ji ber beşdarî serhildanê bûne ketine zindanên bakurê Anatolyayê de tiştên sosret dibêje. Xalê Nadir wiha dibêje: “Piraniya xizmên me biribûn li Zonguldakê xistibûn zindanê. Dema ku di zindanê de ne wan dibin û dibin di ocaxên komirê yên bin erdê de dixebitînin. Piraniya wan li wê derê dimirin. Piştî ku di 1948’an de efû derdikeve yên mayî vedigerin lê piraniya wan ji ber nexweşiya pençeşêra kezebê dikevin û di nava çend mehan de dimirin. Xezûrê min û brayê xwe jî ji ber vê nexweşiyê dimirin.”

Xwînneyarî

Piştî salan, milîsê kevn ê dewletê yê bi navê Kurd Mahmûd, ku di komkujiya Zîlanê de roleke mezin leyîstiye ji bo ku ji gund derkevin zextan li ser wan zêde dike. Xalê Nadir dide zanîn ku ev zilamê bi navê Mahmûd ji ber ku di dema komkujiya Geliyê Zîlan de di bin fermandariya artêşa tirk de xizmeta artêşê dike ji alî fermandarên artêşê ve navê Kurd lê tê zêdekirin. Xalê Nadir dide zanîn ku rojekê di navbera Kurd Mahmûd û şivanê malbata wan de pevçûnek derdikeve û di pevçûnê de şivanê wan Kurd Mahmûd dikuje û piştî vê bûyerê di navbera malbata wan û ya Kurd Mehmûd de xwînneyarî destpê dike. Piştî vê bûyerê 7 gundên eşîra Kurd Mahmûd şevekê êrîşî gundê wan dikin. Xalê Nadir vê mijarê bi dilekî poşman vedibêje: “7 gundên eşîra wan gundê me dorpêç kirin. Me heta sibehê li ber xwe da. Ji her du aliyan jî kuştî çêbûn. Dû re me çekên xwe hilgirtin û em reviyan çiya. Em salekê li çiya man lê dû re ji bêçarî em çûn Mûşê û teslîm bûn. Piştî salekê zindaniyê efû derket û em serbest berdan.” Piştî ji zindanê dertê Xalê Nadir ji bo pereyê xwînê peyda bike her tiştê xwe difroşe û dû re bi malbatî koçî rojavayê anatolyayê dike. Rawestgeha wî ya dawî Akhisara navçeya Manisayê ye û emrê xwe yê mayî li wê derê derbas dike.

 Hevaltiya wî û Şener Şen

Xalê Nadir dema ku vê çîroka xwe ji me re vedibêje, di nav vegotinê de kêliyên ku qala serpêhatiya xwe ya bi Şener Şen re dike rûyê wî dikene. Demên bi Şener Şen re derlbas bûne demên wî yên herî rengîn bûne: “Di 1964’an de Qeymeqamê Mazgîrê li gundê me dibistanek ava kir. Wê demê ez keyayê gund bûm. Ew sal mamosteyekî bi navê Yusuf hate gundê me lê belê tiştekî hînî zarokan nedikir. Piştî ku min bihîst bi dorê li zarokan xistiye min xwe negirt. Di serma zivistanê ya bi berf de ez bi rê ketim û piştî du rojan ez gihîştim Mazgîrê. Ez çûme cem qeymeqam û min mesele jê re vegot. Qeymeqam zilamekî dilgiran bû, li min guhdarî kir û got ‘Tu here, çi pêwîst be ezê bikim’ dîsa ez ketim rê û piştî du rojan ez gihîştim gund”

Du roj piştî vê meseleyê mamosteyekî nû tê gund. Ew mamosteyê nû Şener Şen’ê ku dû re ewê bibe stêrkekî navdar ê sînemaya Tirkiyeyê. Şener Şen ji 1964’an heta 1966’an li gund dimîne. Xalê Nadir hatina Şener Şen wiha vedibêje: “Du roj şûn de mamosteyekî nû hate gund. Xortekî ciwan bû, tûrikê xwe dabû milê xwe û hatibû. Min jê re got: ‘Ne nivînên te hene ne jî tiştekî din, tu yê li serê vî çiyayî çi bikî? Li çavên min nihêrî. Ez çûme malê û nivîn, hêk, penêr, nan û çi tiştên debarê hebin min jê re anî. Piştî çend mehan Şener jî bû yekî ji me.” Bi guhdarkirina Xalê Nadir re em hîn dibin ku Şener Şen beriya ku bibe sînemavan mamosteyî kiriye. Li gor gotinên Xalê Nadir zilamekî pir meraqdar bûye û timî ji gundiyan meselok û çîrokên herêmê guhdarî kiriye. Xalê Nadir wiha dibêje: “Şener Şen ew meselok û çîrokên ku ji gundiyan guhdarî dikir dû re di fîlmên xwe de wek kelûpelên sînemayê bikar anî. Çîrokên wî û Şener Şen pir bûn. Rojekê ji bo dawetekê wî vedixwînin gundekî nêz. Xalê Nadir û Şener Şen di nava berf û sermayê de bi rê dikevin. Di rê de li ser peyveke ku di nav çandên cûda de xwedî wateyeke cûda ye nîqaş dikin: “Pîreke wî gundî wek kaya û mamosteyê gundê me ez û Şener vexwxendin malê. Ez ji Şener zûtir dimeşiyam. Ji ber ku li paş dima ji min re got: ‘Maşallah apo tu wek tajiyanî haa…’ Ez bi wê gotina wî hêrs bûm û min got: ‘kerê kurê kerê, te got çi? Binêre Şener tajî cûreyeke kuçikan ku di nêçîrê de tê bikaranîn e. Te niha ji min re got kuçik, haya te jê heye?’ Dû re ji min re got ku ev gotin li cem wan ne gotineke xerab e û lêborîn ji min xwest. Rojekê jî ez û ew em bi hev re bi hespan diçûne gundê Dignûkê. Ba û bahoz bû û ti tişt nedihate dîtin. Ez li pêş dimeşiyam. Ji nişka ve hespa ku Şener lê siwar bû di ber min re derbasbû lê Şener ne siwar bû. Nexwe hespê serî ji Şener stendiye û ew xistiye erdê. Dû re ez vegeriyam cem wî û min ew ji bin berfê derxist.”
Bi Şen re beşdarî bernameya Uğur Dündar dibe

Di 1966’an de Tayîna Şener ji Stenbolê re derdikeve. Şener beriya ku vegere Stenbolê brayê xwe yê bi navê Tuncer tîne gund. Di wan rojan de kurekî Xalê Nadir çêdibe û ji ber dostaniyê navê kurê xwe Tuncer datîne. Xalê Nadir û Şener Şen dû re jî bi rêya nameyan dostaniya xwe didomînin.

Di 1966’an de Şener Şen piştî ku vedigere Stenbolê dest bi leystikvaniya şano û sînemayê dike û yekem fîlmê ku tê de dileyîze jî fîlmê Yılmaz Güney yê bi navê “Sözde Kızlar” e. Di dema kêşana fîlmê de ji ber dozeke ku jê ceza xwaribû Yılmaz Guney sirgûnî Konyayê dibe. Li gor agahiyên ku Xalê Nadir dide me, di sala 1974’an de Uğur Dündar ji bo beşdarî bernameya wî ya ‘İşte Hayatımız’ a ku di TRT’ê de tê weşandin bibe wî vedixwîne Stenbolê. Uğur Dündar her hefte di bernameya xwe de kesekî navdar dike mêvan û kesên ku tîn li jiyana wan kesên navdar kirine di bernameyê de derdixe pêşberî wan. Mêvanê wê hefteyê yê Uğur Dündar Şener Şen e û di berdewama bernameyê de Xalê Nadir tîne cem Şener Şen. Xalê Nadir wê bernameyê wiha vedibêje: “Bi vebûna perdeyê re ez wek keyayê Gundê Fenek anons kirin. Piştî ez derketim pêşberî Şener, Şener ji kêfan xwe avêt ser min û ez hembêz kirim. Ew jî mat mabû. Di bernameyê de min qala rojên mamosteyiya Şener kir. Dû re me bi hev re wêne kêşa û sohbet kir. Rojên berê bibîranîn. Bi israr xwest ku ez bibim mêvanê wî lê belê Uğur Dündar bilêta min birî bû û ez vegeriyam”

Xalê Nadir dide zanîn ku ew reqama têlefona Şener Şen hê jî li cem xwe vedişêre û car caran dikare xwe bigihîne wî. Xalê Nadir ê ku şahidiya gellek bûyer û serpêhatiyan dike niha li mala xwe ya li Manisaşê li cem malbata xwe ya qerebalix bi hestera axa xwe ya li serê mezin bûye dijî. Di dawiya vê hevpeyvînê de vê hesreta xwe ji me re dubare dike.

 (BasNûçe) / (r.s) 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder