4 Eylül 2014 Perşembe

Li Çiyayê Agiriyê gorek: Mêtingeriya xeyalî li vir veşartiye!

AGIRÎ (DÎHA) - Di bîranîna li Çiyayê Agirî yê biçûk ji bo kesên di Serhildana Agiriyê de jiyana xwe ji dest dan de li hemberî manşet wê demê di rojnameyan de yên weke "Kurdistana xeyalî li vir veşartiye" bi temsîlî gora li ser nivîsa "Mêtingeriya xeyalî li vir veşartiye" hate vekirin.


Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li quntarên Çiyayê Agirî yê biçûk de ji bo kesên di Serhildana Agiriyê yên di navbera salên 1926-1930'an de jiyana xwe ji dest dan bîranînek li dar xistin. Rêberên DBP, HDP'ê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, Parlementerê HDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu û bi sedan welatî tevlî bîranînê bûn. Li qadê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêşengê serhildanê Îhsan Nurî Paşa û alên PKK'ê hatin daliqandin. Li qadê pankratên ji gotinên Îhsan Nurî Paşa ya, "Ez bimirim jî di nav kurdan de yên weke min û ji min meztir bi hezara Îhsan ji bo gelê kurd ji mêtingeriyê xilas bikin ji şer re dê amade bên dîtin" û gotina Ocalan a "Serhat dîroka vîna lehengên bênav e" hatin daliqandin. Li qadê li hemberî manşeta rojnameya Mîlliyetê ya di dema serhildan têkçû ya di 19'ê îlona 1930'an de ya "Kurdistana xeyalî li vir veşartiye" bi temsîlî gora li ser nivîsa "Mêtingeriya xeyalî li vir veşartiye" hate vekirin. Endamên HPG'ê jî tevlî bîranînê bûn.

Di vekirina gorê de Endameke HPG'ê axivî û wiha got: "Îro rojek gelek girîng e. Roja em keyfxweşî û êşê bi hev re dijîn e. Salvegera Serhildana Çiyayaê Agirî ya di 1926'an de destpê kir e. Serhildana bi komkujiyê hate tepisandin. Di rojnemeyên tirk de digotin, 'Em kurd kuşt in. Êdî me kurd avêtin gorê. Êdî kurd serî hilnadin' Me jî li hemberî wan gotin bi sembolîk ev gor vekir. Wateya wê gelek girîng e. Kesên li ser axa Kurdistanê hesabên mêtingeriyê dikirin îro têk çûn e. Encam negirtin. Yên îro qezenc kirin kurd in. Bi saya bi pêşengiya Rêber Apo û PKK'ê qezenc dikin. Em iro vê peyamê dişînin, 'Mêtingeriya xeyalî li vir veşartiye' Lîstinên li ser axa Kurdistanê dihatin lîstin xirab bûn. Êdî lîstinên li ser axa Kurdistanê sernakevin. Encam li ber çavan e. Kurdan ev yek şênber kir. Rojava îro mînaka herî li ber çav e. Em li Şengal û Mexmûrê vê yekê dibînin. Hemû hêz bên cem hev jî dîsa dê têkbiçin. Lê hêj dilê me bi bîrîn e. Serokatî di bin pergala îşkenceyê ya Îmraliyê de ye. Peywira me hêj xilas nebûye. Em dê têkoşîna xwe hêj bilind bikin. Divê bi gel, gerîla û PKK'ê re têkoşîn bê bilindkirin. Ji bo kurdên di bin zextan de divê têkoşîna kurd bê bilindkirin. Em ji Serok Apo, şehîd û gelê kurd re soz daye em dê her tim di riya heqîqatê de bimeşin."

'Her guleke li çiyayên me bi xwîna şehîdên me hatine avdan’

Girseya piştî vekirina goristanê derbasî qada ku dê bîranîn pêk bê bûn û li vir rêz hate girtin. Di çalakiyê kesên ku wê demê bûne şahidê komkujiyê tiştên ku jiyane vegotin. Hazal Tunç ê diyar kir ku ev ji bo doza kurdan li vir û wiha axivî: “Ev serîhildan ji Biroyê Hesikê Tellî dest pê kiriye lêb i serneketiye. Li geliyê Zîlanê jî bi serneketiye yê bi îzna xwedê bi berxwedana gerîla dê bigihîje serkeftinê. Ev çiya hemû bi xwîna şehîdên me hatine avdan. Her geleke li çiyayên me li xwîna şehîdên me ve şîn bûne. Divê em dest bidin hev û piştgiriya gerîla bikin. Binêrin di dema Biroyê Hesikê Tellî de çima em biserneketin. Hin kurdan azadî dixwestin, lê hin jî xwîna xwe bi pereyan firotin û kurd îxbar dikirin ji ber vê yekê kurd biserneketin. Ji îro şunde em dest bidin hev û doza xwe bi serkeftinê bi encam bikin. Ez ji wir silavên xwe ji Îmralî û gerîlayan re dişînim.”

Parlamenterê HDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu jî wiha got: “Yên ku gotin me Kurdistan li vir kiriye bin axê niha bi saya Ocalan û gerîla dibêje ez kurd im, kurdistanî me. Êdî kurd şiyar bûne. Kurd ji bo azadiyê canê xwe didin. Li Kobanê, li Serêkaniyê vê nîşan didin.”

Piştî axaftinan hunermend Hemê Hecî stranên xwe stra.



















Hiç yorum yok:

Yorum Gönder