14 Eylül 2014 Pazar

Komeleya Çand û Hunerê ya Ciwanan a Avkevirê hate vekirin

AGIRÎ (DÎHA) - Komeleya Çand û Hunerê ya Ciwanan a Avkevirê bi şahiyekê hate vekirin.


Komeleya Çand û Hunerê ya Ciwanan a ku li navçeya Avkevirê ya Agiriyê xebatên xwe dimeşîne bi şahiyekê hate vekirin. Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubîlay, hevşaredarên Bazîdê, rêveberên TUHAYDER û gelek kes tevlî şahiyê bûn. Li ser navê girseyê Emîn Taşdemîr di merasîma vekirinê ya ku li navenda navçeyê pêk hat de axivî. Taşdemîr komkujiyên ku bi destê çeteyên DAIŞ'ê ve li Rojava û Şengalê hatine kirin bi bîr anî û êrîşên ku li ser gel tê meşandin şermezar kir. Taşdemîr diyar kir ku ew ê bi vê komeleyê li dijî bêexlaqî û bêesilkirina civakê têbikoşin.

Piştî axaftina Taşdemîr, Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubîlay, Alîkarê Hevşaredarên Agiriyê Halef Keklîk û Alîkara Hevşaredarên Bazîdê Rohat Ozbay jî axivîn. Piştî axaftinan Taşdemîr û Kubîlay avahiya komeleyê vekirin.

Şahiya vekirinê bi stranên komên muzîkê yên herêmî bi dawî bû.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder