10 Temmuz 2014 Perşembe

Panosî bi çaya semawerê kêfa fitarê dikin

Welatîyên ku li Panosa navçeya Agiriyê dijîn piştî fitarê berê xwe didin çayxaneyan û bi semaweran çay wedixin û kêfa şevê dikin.


AGIRÎ

Welatîyên ku  li Panosa navçeya Agiriyê dijîn piştî fitarê berê xwe didin çayxaneyan û bi semaweran çay wedixin û kêfa şevê dikin.
Li Patnosê meha remezanê jî bi coş derbas dibe. Welatiyên ku di nav rojê de diwestin, piştî fitarê çaya ku di semawerê de hatiye demkirin vedixwin û behna xwe didin.

Îhsan Karacayê xwedî çayxaneyê got ku piştî fitarê di navçeyê de qerebalix çêdibe û wiha axivî: "Em bi çaya semawerê şevên xwe yên remezanê baş derbas dikin. Çaya ku em di remezanê de bi semaweran dem dikin him erzantir e û him jî bi dost û hevalan re dibe sedema sohbetê."

Ji welatiyan Bahadir Kiliç jî wiha got: "Em di nav rojê de nikarin hevalên xwe bibînin. Piştî fitarê em tên li cem hev û çaya semawerê vedixwin û sohbetê dikin."

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder