5 Temmuz 2014 Cumartesi

Li Îdirê di fitarê de mela du caran bang dide!

Li bajarê Îdirê yê Bakûrê Kurdistanê,  ji ber ferqa tefsîrê ya di navbera mezhebên sunnî û ceiferî (şîe) de ji bo nimêja merxebê du caran mela bang dide.


Li Îdirê netewe û mezhebên cihê cihê dijîn. Di rojiyê de ji ber ferqa tefsîrê ya di navbera mezheban de di dema bangdanê de 7 xulek (deqîqe) ferq heye.

Li navenda bajêr li mizgeftekê piştî ku roj diçe ava li gor saeta Serokatiya Karên Olî ya Tirkiyê mela bang dide û welatiyên sunnî fitara xwe vedikin, lê welatiyên ceiferî fitara xwe venakin.

Li gor mezhebê ceiferî jî ji bo banga merxebê divê hewa tarî bibe û li mizgefteke din jî 10 deqîqe bi şûnda mela bang dide.

Ji ber cudahiya di navbera her du mezheban de li bajêr di saeta fitarê de 7 deqîqe ferq heye.

Serokê Komeleya Alimên Ehlê Beytê ya Îdirê Velî Beder, daxuyanî da AAyê û destnîşan kir ku bingeha hemû mezheban yek e, lê ji hêla tefsîrê ve di navbera mezheban de ferq hene.

Beder wiha got: "Li gor baweriya me divê ji bo ku bibe merxeb tarî bikeve erdê. Ferqa di navbera sunnî û ceiferiyan de ev e."

Beder diyar kir ku ji ber vê jî ferqa demê derdikeve û wiha axivî: "Li gor sunniyan ro here ava merxeb dibe, lê li gor me divê ew zereqiya tavê winda bibe û tarî bikeve erdê. Ji ber vê jî di navbera her du mezheban de 6-7 deqîqe ferq heye."

Beder wiha dewam kir: "Ji xeynî vê, ferq tine ye. Welatî jî hînî vê rewşê bûne. Ceiferî jî sunnî jî demê dizanin û ev di navbera her du mezheban de nabe pirsgirêk."

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder