24 Temmuz 2014 Perşembe

Li Bazidê ji bo Demîrtaş, bûroya hilbijartinê hate vekirin

AGIRÎ (DÎHA) - Li navçeya Bazidê ji bo Namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş buroya hilbijartinê hate vekirin.

Li navçeye Bazida Agiriyê, ji bo namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş, li ser Cadeya Îsmaîl Beşîkçî, buroya hilbijartinê hate vekirin. Merasîma vekirina buroyê bi tevlibûna hevşaredarên Bazidê Rohat Ozbay û Delal Tekdemîr, û gelek welatiyan pêk hat.


Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê navçeyê Alî Çakan, di merasîmê de axaftinek kir û got ku ên ji bo Gazzayê dengê xwe bilind dikin, li hemberî Rojava bêdengin û da zanîn ku ev yek nayê qebûlkirin. Çakan, êrîşên Îsraîlê yên li hemberî Gazzayê û yên çeteyan yên li hemberî Kobanê şermezar kir. Çakan, her wiha ji bo Demîrtaş jî banga piştgiriyê kir û got ku ji bo azadiya hemû gelan divê Demîrtaş serbikeve.



Hiç yorum yok:

Yorum Gönder