31 Temmuz 2014 Perşembe

Li Bazîdê DAIŞ û leşkerên tirk hate şermezarkirin

AGIRÎ (DÎHA) - Rêxistinên PHD û HDP'ê yên Bazîdê, li ser sînorê Rojava leşkeran tecawizî li jinekê kir û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şermezar kirin.


Rêxistinên PHD û HDP'ê yên navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi armanca şermezarkirina li sînorê Tirkiye û Rojava leşkeran tecawiz li jinekê kir û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya li Qada Şaredariyê pêk hat de Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê navçeyê Alî Çakan axivî û diyar kir ku bi Şoreşa Rojava daxwazên gelan ên wekheviyê ket jiyanê û li ser vê yekê hêzên emperyalîst dest bi tevgerê kirin. Çakan, anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê yên êrîş li Rojava dikin ji aliyê wan hêzan ve piştgiriya wan tê kirin. Çakan, bilêv kir ku leşkerên tirk êrîş li gelê me yên ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên Tirkiye piştgiriya wê dike xwe kirin mertal, kirin.

'Tu çeteyê DAIŞ'ê yî?'

Çakan, bi bîrxist ku li sînorê Rojava û Tirkiyeyê leşkeran li sînor jinek birin qereqolê û bi komî tecawiz lê kirin û wiha axivî: "Divê mirov bipirse tu leşkerê tirk î an tu çeteyê DAIŞ'ê yî? Em dozgerên leşkerî û serdozgerên komerê dewetî peywirê dikin."

Piştî daxuyaniyê li ber konê ji bo piştevaniya Rojava hate vedan koneke din bi heman armancê vedan.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder