10 Temmuz 2014 Perşembe

Li Agiriyê hewl tê dayîn ku libûjenî ji holê ranebe

Li Agiriyê hewl tê dayîn ku libûjeniya a ku di nav pîşeyên ber bi tunebûnê ve diçe dewam bike.


AGIRÎ

Libûjenî ji yek wan pîşeyên ku ber bi tunebûnê ve diçe yek e. Lê hember teknolojî û karên nû çêkirina kulavan li Agiriyê dewam dike.
Ahmet Taşkiranê ku kulavan çêdike û debara mala xwe bi vî karî dike, ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku li ber destê bavê xwe hînî vî karî bûye.

Taşkiran got ku ev kar êdî ber bi tunebûnê ve diçe, mirov zêde eleqeyê nîşanî kulavan nadin û wiha axivî:

"Li Tirkiyeyê yên ku vî karî dikin pir kêm in. Ji ber ku li herêma Başûrê Rojhilat û Rojhilata Anadoluyê heywandarî zêde ye, ev kar dewam dike. Şivan ji ber ku li çol û zozanan serma dikin, xwe bi kulavan ve diparêzin. Baran ji konên ku bi kulavan ve tên çêkirin derbas nabe. Kulav zivistanê germ e, havînê jî hênik e. Ji ber ku mûyê bizinan ve tê çêkirin mar nêzîkî kulavan nabin."

Taşkiran wiha behsa kulavçêkirinê kir:

"Biharê em hiriya pezê ku tê birîn dikirin û li kargeha xwe şiv dikin. Paşê em datînin li ser xesîla ku me neqş li ser çêkirine. Pişt re em avê lê direşînin û bi xesîlê ve dipêçin. Em wê pê makîneyê bi saetan digivişin. Her çiqas makîne hebe jî, di vî karî de keda mirovan pêwîst e. Berê kal û bavên me bi lingên xwe, bi singên xwe ve ev kar dikirin. Herî zêde yek an jî du kulav çêdikirin. Niha makîne heye, lê dîsa jî em ancax sê heb kulavan çêdikin. Yanî her çiqas makîne hebe jî tiştek neguheriye."

Taşkiran got ku kulav ji bo tenduristiyê jî baş e û wiha axivî: "Berê mirov li ser kulavan radizan. Nexweşiyên wek fitiq û piştêşê kêm bûn. Ji hêla din ji bo keştek û derizandinê jî kulav wek alçiyê dihat bikaranîn."

Taşkiran got ku ew li Agiriyê hosteyê kulavan ê tekane ye û dixwaze ku bi salên dirêj jî vî karê xwe bike.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder