17 Temmuz 2014 Perşembe

Êrîşa cerdevanan: 7 kes birîndar kirin

AGIRÎ (DÎHA) - Li gundê Kuşburnu yê Giyadînê cerdevana bi tirpanan êrîş li malbatekê kir û ji heman malbatê 7 kes birîndar kirin.


Li gundê Kuşburnu yê navçeya Giyadînê ya Agiriyê Sercerdevan Nurettîn Demîr, birayê wî Mîrza Demîr û xizmên wî yên cerdevan êrîş li malbata Altin kir. Bûyera dun seatên şevê de pêk hat. Li gorî îfadeyên şahidan malbata Demîr eraziyên malbata Altin a cerdevan neyî dagirkirin û xwestin wan ji gund derbixin û li ser vê yekê şer di navbera malbatan de derket. Sercerdevan Nurettîn Demîr û xizmên wî yên cerdevan bi tirpanan êrîş li malbata Altin kirin û 7 endamên malbatê birîndar kirin. Demîr di dema êrîşê de got; "Li pey min dewlet heye. Tu kî yî. Em dê we hemûyan bikujin. Hûn BDP'î ne. Hûn li vî gundî namînin"

Navên di êrîşê de birîndar bûn wisa ne Ridvan Altin, Denîz Altin, Selîm Altin, Mehmet Altin, Mizgîn Altin û Rasîme Altin.

Hate hînbûn ku kesên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê hatin dermankirin û pişt re hatin taburcukirin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder