9 Temmuz 2014 Çarşamba

Dilpêt Jêlî: NEWROZA TE PÎROZBE ÎHSAN NÛRÎ PAŞA

Silav li ser te bijî nifşê Mîrê Maşa,
Tuxmê Xaldî, Aratî, taca Mînewaşa,
Ehnî, tav, tîroj hilat, li çiyayê Ararat
Newroza we pîroz be Îhsan Nûrî Paşa.
Newroza we pîroz be


Xalid Begê Hesenan, Xalid Begê Cibrî,
Dixtor Yusuf Ziya Beg, Riza û 'Elîşêrî
Dixtor Fûad, Fewzî, Ferzende Beg Heqî,
Faîq û Seîd Elçî, kesê dan dozê serî,
Newroza we pîroz be

Tu wî mezin rêber, rêzan serok û serwer
Em te jibîr nakin, qehremanê Têkoşer,
Dîrok te spas dike, gelek te silav dike,
Ala te bilind dike,li Kurdistan seranser
Newroza we pîroz be

Em roja te bîrtînin, dilê me de her dijî
Wa demên te serhilda himberê xwînmijî
Li deşt û newal şaxa, rex te Ferzende Axa,
Li gund û bajar taxa, ser neyar hilgurijî
Newroza we pîroz be

Milmilê çekdarên xwe, wan şervan û mêrxasan,
Ewanan Eşer û êlan bavik û gernasan
Tev bo te bûne pêşmerge, li çiyayên Tendûrek,
Ew keç, xort şêr û piling, li wan çol û hevrazan.
Newroza we pîroz be

Tevde bûn xwîn û avzêm, qaf û pêl ser Arasan,
Bûn komgorên bin çalan,li bin wan şkêr û hezan,
Can fîdayên ber dilan, xwînî bûn kofî kêlan,
Mêr, jinên Gelyê Zîlan, li wan Mako û selmasan,
Newroza we pîroz be

Tevde bûne pakrewan, koçberên wê Îranê
Dil birîndar xeniqîn, hin li nav gola Wanê
Tev pakrewanên me, nexşên dîroka me ne,
Wek Qoçgirî û Dêrsim,laş pelişîn nav xwînê,
Newroza we pîroz be

Ax dîrokê dîrokê, kî te dixwîne zanê,
Rewşa miletê Kurdan, wek Gelyê Sîsebanê,
Li serhed û Reşkotan,li Torê Xerzan Bohtan,
Tevde rojên berxwedanên Kurdistan.
Newroza we pîroz be

Li wan pîroz bimbarek her sal buhara Newroz,
Bidin dest wan kulîlkan, beybûn, nêrgiz û lîloz,
Binefş û sosin, sumbil, belalîz û qerenfîl,
Kesk û sor, zer spî sorgul, bidin wan gulçîçekdoz
Newroza we pîroz be.

Dilpêt Jêlî

Jêder: Serhed.org


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder