3 Temmuz 2014 Perşembe

Bazîdî li hemberî binpêkirinên mafên mirovan meşiyan

AGIRÎ (DÎHA) - Nûnertiya TUHAYD-DER'ê ya Bazîdê ji bo balê bikşîne ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê meş li dar xistin.


Nûnertiya TUHAY-DER'ê ya Bazîdê ji bo balê bikşîne ser pêkanînên keyfî yên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ji ber avahiya saziyê heya ber Abîdeyê Mafên Mirovan meş li dar xistin. Hevşaredarên Bazîdê Rohat Ozbay û Delal Tekdemîr, Nûnerê TUHAYD-DER'ê yê Bazîdê Mehmet Bozkurt, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya navçeyê Fatma Oral, endamên meclîsa şaredariyê, xizmên girtiyan û gelek welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de sloganên "Bijî berxwedana zindana", "girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "Bila girtîgeh bên girtin, ji girtiyan re azadî" hatin berzkirin û pankarta "Ji girtiyên siyasî re azad ji tecrîdê re na" hate vekirin û dowîzên "Çareseriya pirsgirêka girtîgehan bi vekirina derên girtîgehê dê pêk bê", "Astengiya dermankirinê cînayet e cînayetan rawestînin", "Di hûndir û derve hûcreyan perçe bikin" û "Ji girtîgehan darbest hêj derdikevin" hatin hilgirtin.

Piştî meşê Nûnerê TUHAYD-DER'ê Mehmet Bozkurt daxuyanî da û diyar kir ku divê dewlet di pêvajoya diyalogê de girtiyên nexweş berbide û wiha got: "Girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê de rastî gelek pêkanînên dijwar tên. Ev van pêkanînan qebûl nakin ji ber vê yêkê divê hemû kes destê xwe danî ser wijdana xwe û li gorî rihê pêvajoyê tevbigere."

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder