22 Temmuz 2014 Salı

AKP'yîyan di xwarina fitarê de li welatiyan heytand

AGIRÎ (DÎHA) - Parlementer û rêveberên AKP'yî yên tevlî xwarina fitarê ya ku Rêxistina AKP'ê ya Agiriyê pêk anî bûyîn di bênavber li welatiyan heytandin.


Rêxistina AKP'ê ya Agiriyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên Serokomariyê de xarina fitarê dan. Wezîr, parlementer û rêveberên rêxistinên AKP'ê tev li xarina li Parqa Şaredariyê hatî dayîn, bûn. Di xwarina fitarê de bi boney welatî nêzî maseyê wekîlên AKP'yî rûniştibûn ji protokolê hatin dûrxistin. Li ser vê yekê di navbera welatî û AKP'yiyan de nîqaş derketin û heya bername xelas bû ji vê nîqaşê berdewam kir. Li gor agahiyan, hemwelatiyên nêzî maseya protokolê ku têde Wezirê Karê Hundir Efkan Ala,wekîla AKP'ê Fatma Salman Kotan, Şaredarê Bagcilarê Lokman Çagrici û rêveberên AKP'yî hebûn rûniştine, hatin hişyarkirin û hate xwestin ku welatî ji protokolê dûrbikevin. Li ser vê yekê welatiyan bertek nîşan da di nîqaşa ku derketî de Şaredarê Bagcilarê Lokman Çagrici bi gotinên,"Bêedeb,ewil bizane spasiyê bike" li welatiyan heytand.

Piştî xwarinê Wezîrê Karê Hundir Efkan Ala'yê AKP'yî çû serdana esnafên Kuçeya Cumhuriyetê. Dema Ala li kuçeyê digeriya welatiyekê bangî Efkan Ala kir û polîtikayên hikumetê yên li ser ajalvaniyê rexne kir. Li ser vê yekê Ala berteka "Aaa dîsa heman tişt" nîşanî hemwelatî da. Welatiyê bangî Ala kirî ji hêla parêzvanên wî ve devê wî hat girtin û hat dûrxistin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder