7 Aralık 2013 Cumartesi

Li Îdirê guran 200 pez mirar kir

Li quntara Çiyayê Agirî gur ketin nav pezên ku ji bo çêrandinê ji Bazîda navçeya Agiriyê dibirin Îdirê û 200 pez mirar bûn.


Li quntara Çiyayê Agirî gur ketin nav pezên ku ji bo çêrandinê ji Bazîda navçeya Agiriyê dibirin Îdirê û 200 pez mirar bûn.

Gundiyên Taxilkaya gundê Bazîdê pezê xwe Jİ bo çêrandinê dibirin Îdirê. Şivanan bişev li gundê Horgova ku li quntara Çiyayê Agiriyê pezê xwe xistin gomê û çûn razan.

Şivan bişev di saet 1ê de pê hisyan ku gur ketine gomê û pêz qir dikin. Gava ku şivan ketne gomê nêhêrîn ku piraniya pêz mirar bûne. Li ser vê yekê şivanan gazî xwediyê pêz û cendirmeyan kir.

Cendirme hatin gund û nêhêrîn ku ji 300 pezî 200 hebê wê mirar bûne û 25 hebê wê jî birîndar bûne.

Mahmut Karacayê ji xwediyên pêz diyar kir ku piştî demsala çêrandinê pezê xwe dibirin Îdirê û wiha axivî: "Piştî ku tarî ket erdê me got em şev li goma Cefê a girêdayî gundê Horgovê bimînin. Me pezê xwe xiste gomê û em çûn razan. Bişev di saet 1ê de em pê hisyan ku gur ketine nav pêz. Gava em çûne gomê me nêhêrî ku ji 300 pezî 200 hebê wê mirar bûne û 25 hebê wê jî birîndar bûne. Ji 300 pezî destê me de 75 heb man."

A.A & Herêma Agirî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder