9 Aralık 2013 Pazartesi

Li herêmê 607 rêyên gundan hatin girtin

Li herêmê ji ber barîna berfa zêde û baranê sermayê jî bandora xwe nîşan da. Li Agiriyê rêyên 462, li erdexanê, 26, li Îdirê 50, li Qersê 22, li Mûşê rêyên 9 gundan û 22 mezra, li Bêdisê rêyên 16 gundan hatin girtin.


Li herêmê barîna berf û baranê zêde bandora xwe li ser welatiyan çêkir. Li gorî raporên daneyên Midûriyeta Giştî ya Karen Meteorolojiyê ji ber hewaya Sibiryayê herêm ket bin bandora hewaya sar. Li herêmê serma heta bin zifire 18 derece jî daket. Li Erdexan û Qersê hewa daket bin sifirê. Li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê jî ji ber berfa zêde û aranê rêyên gelek gundan hatin girtin.

Li Agiriyê ji ber berfa zêde rêyên 462 gundan, li Erdexanê 26, Îdir 50, Qers 22, Mûş 9 gund û 22 mezra û li Bedlis rêyên 16 gundan hatin girtin. Li aliyê din rêyên navbera Bedlis Tetwan, Bêdlis Mûş û Bedlîs Amedê bi xwê destûr nadin ku cemed çê bibe.

Midûriyeta Meteorolojiyê ajokar û welatî hişyar kirin û xwest li hemberî cemedê tedbîrên xwe û amadekariyên xwe bikin.

ANF

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder