21 Aralık 2013 Cumartesi

Li Giyadînê Polîsan 6 Kes Binçav Kirin

Polîsan li navçeya Giyadînê ya Agiriyê serê sibê bi ser 18 navnîşanan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de rêveberên BDP'ê jî di navde 6 kes binçavkirin. Yekîneyên midûriyeta polîsan serê sibê li navçeya Giyadînê ya Agiriye bi ser 18 navnîşande girt.


 Polîsan di serdegirtina malan de di navde rêveberên BDP'ê jî heye 6 kes binçavkirin. Hat zanîn ku polîsan bi fermana Dozgerê Komarê yê Erziromê operasyon pêk anî. Di operasyonê de rêveberê BDP'ê Faruk Sari (35), Cengiz Aslan (40), Turgay Îlboga (23), li gundê Kurtika Siddik Çiftçi (35) û Îhsan Çiftçi (25) li gundê Hacixalitê jî Adem Aslan (27) binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan. Polîsên sivîl û tîmên taybet di heman demê de li taxa Îsa Aga bi ser mala Tahir Aslan de jî girtin. Xwediyê malê Herdem Aslan (55), bertek nîşanê polîsan da û diyar kir ku ew dê heta daqî li mafê xwe xwedî derkevin û mafê xwe biparêzin.

DÎHA / AGIRÎ


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder