25 Aralık 2013 Çarşamba

Li Giyadînê 4 kes hatin girtin

Li Giyadînê ji 8 kesên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, 4 jê hatin girtin.

Li navçeya Agiriyê Giyadînê di 21’ê Kanûnê de di serdegirtina malan de rêveberên BDP’ê ji di nav de 8 kes hatibûn binçav kirin û binçavkirî sewqî Edliyeya Erzîromê hatibûn kirin.


Piştî karên dozgeriyê Medet Turna û Cengîz Aslan serbest hatin berdan, 6 kes ji bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Giran a Erzîromê hatin kirin. Ji yên derketîn dadgehê Faruk Sarî û Turgay Îlboga serbest hatin berdan, Mustafa Yaşar, Îhsan Çiftçi, Adem Aslan û Siddik Çiftçi jî bi îdaiya "amadekirina suîkastê” kirine hatin girtin û şandin Girtigeha Tîpa H a Erzîromê.

DÎHA

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder