8 Aralık 2013 Pazar

Li Bazîdê li dijî qereqolê çalakiya bombeyî

Hate ragihandin ku, li navçeya Bazîd ya Agiriyê li dijî Qereqola Polîsan çalakiya bombeyî pêkhatiye.

Li navçeya Bazîd ya Agiriyê şeva din di demjimêr 20:30’an de li djî Qerqola Polîsan ya Uluyol ya li ser rêya Buyuk Agirî ji aliyê kes yan jî kesên nasnameya wan nediyar ve êrîşa bombeyî pêkhat. Bombeya avêtin baxçeyê qereqolê bidengekî mezin teqiya û hate ragihandin ku piştî çalakvana bombe avêtiye baxçe ji wir dûrketine.


Piştî bûyerê polîs hatin cihê bûye û gelek Tîmên Tevgera Taybet û wesayîtên zirxî veguhestin cihê bûyerê. Wesayîtên zirxî ketin nava kolanan û polîs jî li cihê bûyerê vekolîn pêkanîn. Û hate diyarkirin ku bombe dest çêkiriye.

Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpê kirin û hate dîtin ku li herêmê polîsan tedbîrên berfireh girtine.

DÎHA

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder