22 Aralık 2013 Pazar

Li Agiriyê komkujiya Roboskî hat şermezarkirin

Rêxistina BDP'ê ya Agiriyê bi boneya salvegera qirkirina Roboskî û neberdana parlamenterên BDP'ê şermezar bikin û kujerên Roboskiyê bên darizandin meşek li dar xistin.


Rêxistina BDP'ê ya Agriyê bi armanca komkujiya Roboskî û neberdana 5 parlamenterên Kurd ên BDP'î şermezar bikin û kujerên Roboskiyê bên darizandin meşek girseyî pêk anîn. Koma li ber Avahiya BDP'ê kom bû, heya deriyê Mudiryeta Navendî ya Çandiniyê meşiyan. Di meşê de Hevserokên BDP'ê yê Agriyê Mensura Aslan û Halef Keklik, KURDÎ-DER, KESK, Şaxa Platformê û Serokê Komeleya xwendekarên Çiyayê Agriyê jî tevlîbûn. Di meşê de siloganên "Bê Serok jiyan nabe", "Dê qatîl hesabê bidin gel" berz dikirin û dowîzên "Me qirkirina Roboskî ji bîr nekiriye û em ji bîr nakin", "Partiya qatîl û bişaftinê", "Emê ji berpirsan hesab bipirsin", "Şehîd na mirin", "Şehîdê me rumeta me ye" , "Bila Bimire ew zêhinyeta ku Roboskî kirî Dobroskî", "Bila qatîl bên dîtin û carekî dinê Roboskî neyê jiyîn" vekirin.

'JI XWE FAÎL DIYARIN'

Di meşê de Rêveberê navenda BDP'ê ya Agriyê Nacî Kaya axivî û bibîrxist ku dû sal li ser qirkirina Roboskî re derbasbû û got: "Ev nêzî du salane hêj faîlên Roboskiyê diyar nebûne. Ji xwe faîl diyarin. Dîsan jî ji bo sergirtina bûyerê berpirsên hukmetê hemû rê ceribandin. Em carekî dinê ji vê derê bang li hukmetê dikîn. Divê demek ji ya dinê zutir faîlên bûyerê diyarbikin. Ji ber divê hiqûq û edalet ji bo herkesê hemanbe. Ji xwe em dizanîn ku li vî welatî hiqûq û edalet li gorî kesan tevdigere, helwestên keyfî herdem ji bo Kurdan rewa tê dîtin.”

Piştî daxuyaniyê girse bi bê dengî belavbûn.

ANF - DÎHA


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder