5 Aralık 2013 Perşembe

Li 4 endamên BDP'ê 12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê

Li Agiriyê 4 endamên BDP'ê yên di sala 2009'an de piştî hilbijartinê bi îdîaya "Endamên rêxisitnê ne" hatin girtin rastî 12 sal û 6 meh ceza hatin.


Li Agiriyê Rêxistina BDP'ê piştî hilbijartina 29'ê Adara 2009'an ji bo ku encama hilbijartinê şermezar bikin çalakî pêk anîbûn. Di çalakiyan de 4 endamên BDP'ê bi hinceta "Endamê rêxistinê ne" hatin binçavkirin. Der barê endamên BDP'ê Bariş Demîr, Guven Akbalik, Sabahattin Aslan û Fethî Yamak de li 2. Dadgeha Cezayên Giran a Agirî doz hatibû vekirin. Endamên BDP'ê yên li Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê bi riya SEGBİS'ê beşdarî rûniştinê bûn. Heyetê piştî parastinê navber da rûniştinê. Piştî navberê bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" der barê 4 kesan de ji bo her kesekî 3 sal û 45 roj bi tevahî 12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.

Prz. Timur Demîr, bertek nîşanî biryarê da û anî ziman ku ew dê der barê biryara dadgehê de îtîrazê bikin

www.bestanuce1.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder